Almanya: Em piştgiriya pêkanîna agirbesta di navbera HSD û Şamê de dikin

.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul ragihand ku ew piştgiriya pêkanîna agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re civiyan.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarî vê hevdîtinê daxuyaniyek da.

"Em piştgiriya agirbestê dikin"

Wezaretê li ser naveroka civînê ev daxuyanî da:

"Almanya piştgiriya pêkanîna peyamana (agirbesta) 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de dike."

Her wiha hat destnîşankirin ku ew ji bo "aştî û ewlehiyê" aliyan teşwîq dikin da ku agirbestê bi cih bînin.

Şer û aloziyên dawî

8ê Kanûna Paşîn a îsal, hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên her du taxên  Helebê kirin ku niştecihê wan Kurd bûn.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê piştre êrişî deverên din ên di bin kontrola HSDyê de kir.

Her du aliyan 29ê Kanûna Paşîn agirbest ragihand.

Ji bo serxistina pêvajoyê û pêkanîna agirbestê, Serokê Herêma Kurdistanê bi gelek serkirdeyên welatan re pêwendiyên telefonî pêk anîbû ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di nav de bû.

Kurdistan Haberleri

Ehmed Hîlalî: Hêzên Sûriyeyê dê Qamişlo, Dêrik û tevahiya Hisîçayê belav bibin
Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derbasî Hisîçayê bûn
Li Sûriyeyê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene
Mistefa Hicrî: Em di Îrana nû de navendîparêziyê qebûl nakin
Yekîtiya Ewrûpayê dê hevkariya Amerîka bike bo zêdekirina givaş li ser Îranê