Alîgirên Yaneya Zaxoyê zêdetirîn deng standin û rekorda alîgirên Arjentînê şkand

.

Alîgirên Yaneya Zaxoyê zêdetirîn deng bi dest xistine û rekorda alîgirên Arjentînê şikandiye. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, alîgirên Yaneya Zaxoyê zêdetirî 700 hezar dengan wergirtine.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, alîgirên Yaneya Zaxoyê ji bo Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê li sala 2025ê zêdetirîn deng bi dest xistine û her ji niha ve wergirtina wê xelatê misoger kiriye, ku bi cudahiyeka zêde bi pêş alîgirên Arjentînê û Spanyayê keftine, ku ji hêla FIFAyê ve ji bo Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê hatine berbijarkirin.

Yaneya Zaxoyê bi rêya xwebexş, endamên Desteya Birêvebirinê, karmend û lîstikvanên wê yaneyê zêdetirî 400 hezar dengan kom kirine. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, hejmara dengên alîgirên Yaneya Zaxoyê gihîştiye nêzîkî 700 hezar dengan, bi vî awayî jî rekorda alîgirên Arjentînê şikandiye, ku alîgirên Arjentînê li sala 2022ê zêdetirî 656 hezar dengan wergirtibûn û ji sala 2016ê ve, ku Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê ji aliyê FIFAyê ve tê parvekirin, zêdetirîn deng wergirtin.

FIFAyê hîn cih û dema merasîma Xelata Baştirîn Alîgirên sala 2025ê eşkere nekiriye, lê alîgirên Zaxoyê Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê misoger kiriye, ku ew xelat tenê bi dengdana alîgiran tê yekalîkirin.

Nîpel Barzan dê wekî sembola alîgirên Yaneya Zaxoyê di wê merasîmê de amade be û dê wekî nûnera alîgirên Yaneya Zaxoyê wê xelatê werbigire.

Di Lîga Stêrkên Iraqê ya werzê borî de, berî yariya Yaneya Zaxoyê ya bi Yaneya Hidûdê re, alîgirên Yaneya Zaxoyê li roja 13ê Gulana îsal 30 hezar bûk avêtin nav yarîgehê. Paşî wan ew hemî bûk kom kirin û pêşkêşî zarokên nexweş kirin, xasma jî zarokên ku nexweşiya pençeşêrê heye.

Ev karê alîgirên Yaneya Zaxoyê jî wekî karekê însanî hat hesibandin û alîgirên Yaneya Zaxoyê bi rengekê fermî ji bo Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê hatin berbijarkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike