Alîgirên PYD ofîsa ENKS li Tirbespiyê jî şewitandin

Hejayî gotinê ye ku ofisa ENKS li Tirbespiyê jibo çaremîn car dibe armaca êrîşên heval û alîgirên PYD.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Suriyê (ENKS) ragihand ku ofisa wê li bajorokê Tirbespiyê yê bi ser Qamişloyê ve, serê sibeha îro (6.12.2016) ji aliyê alîgirên PYD ve hatiye şewitandin.

Di derbarê ve bûyerê de, Ebdulhekîm Mihemed berpirsê xwecihiya ENKS li bajarokê navbûrî, ji Kurdistan24 re ragihand ku ofîsa wan ji aliyên heman kesêan ve hatiye şewitandin ên ku ofisên wan li bajr û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê şewitandine.

Hejayî gotinê ye ku ofisa ENKS li Tirbespiyê jibo çaremîn car dibe armaca êrîşên heval û alîgirên PYD.

Berî çend rojan, alîgirên "rêveberiya xweser" a bi ser PYD ve, êrîşî ofîsa Partiya Yekîtî li Qamişloyê, û baregiha ENKS li Amûdê kirin. Herdû ofis hatin wêrankirin û talankirin û li Amûde ala Kurdistanê hate dirandin û şewitandin.
(E.B)


.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin