Akçapar û opozîsyona Sûriyê pêşhatên pêwendiyên “Tirkî-Sûrî” gotûbêj dikin

.

Di çarçoveya garantiyên ku Tirkiye hewl dide bide opozisyona Sûriyê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar li Enqerê bi serkirdeyên opozîsyonê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, Ekçapar duhî li Wezareta Baregeha Derve pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê Salim Muslet, Serokê Desteya Danûstandinan Bader Jamûs û Serokê Hikûmeta Demkî Ebdulrehman Mistefa kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hejmara xwe yê Twitterê ragihand, Akçabar bi serkirdeyên opozîsyona Sûriyê re civiya û di wê civînê de geşedanên girêdayî Sûriyê gotûbêj kirin.

Tirkiyê ji dawiya sala borî ve, bi navbênkariya Rûsiya dest bi pêngavên aşkere yên nêzîkbûna bi rêjîma Sûriyê re kiriye û bi beşdariya Rûsya û Îranê jî, amadekariya lidarxistina civîneke nû li ser asta wezîrên derve di destpêka meha bê de dike.

Ev yek jî piştî civîneke sêalî ya li ser asta wezîrên berevaniyê û serokên îstixbaratê li Moskoyê hat. Piştre jî di destpêka vê mehê de cîgirên wezîrên derve yên Rûsiya, Îran, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê li Moskoyê civiyan.

Opozîsyona Sûriyê ku li dijî vê nêzîkbûn û asayîkirina pêwendiyên her du welatan e, Tirkiye hewl dide garantiyê bide opozisyona Sûriyê ku ew ligel asayîkirina pêwendiyan, dest ji wê û doza gelê Sûriyê bernade.

K24

Kurdistan Haberleri

Avan Cemal: Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne
Şeşo: Îraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin
Komele: Bi 3 dronan êrişî kampa me ya li Sûrdaşê hat kirin
Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Reuters: Îranê tenê ji bo du mehên din benzîn û şewat heye