Akar: Amerîka Pabend Nebe, Pilanên Me Hene

Hikûmeta Tirkiyê li ser herêma ewle radigihîne, heger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ew dikarin pirsa rojhilatê Firatê bi serê xwe çareser bikin.

Hikûmeta Tirkiyê li ser herêma ewle radigihîne, heger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ew dikarin pirsa rojhilatê Firatê bi ser xwe çareser bikin.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, ew çavdêriya bicihbûna sozên Amerîkayê dikin. Di çarçova rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê de divê YPG ji herêma ewle were dûrxistin, çekên giran werin komkirin û firokeyên wan ên şerî û firokeyên bêfirokevan li ser herêma ewle çavdêrî bikin û çend bingehên leşkerî werin avakirin.

Akar amaje bi wê yekê kir, ji bo çavdêrîkirina vê pêvajoyê, li Rihayê Navenda Tevgera Hevbeş hatiye avakirin û ger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, pilana wan a “B” û “ C” hene û ew dikarin bi serê xwe tevbigerin.

Ev daxiyaniya Akar, piştî dxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a pêr 1ê Îlonê tê ku gotibû, heger kontrola leşkerî ya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ne di destê wan de be, artêşa Tirkiyê dê bi tekalî dest bi operasyona leşkerî bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin