Agnes Callamard: “Rejîma Îranê destdirêjiyê wek çekek bo ser binçavkiriyên şoreşa Jînayê bikar aniye”

.

Saziya Lêbihorîna navnetewî li rapora xwe ya nû de eşkere kiriye ku bi pêka lêkolînên wan, li girtîgehên rejîma Îranê de binçavkiriyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, rastî destdirêjî û tundûtîjiya zayendî hatine”.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî, roja Çarşemî 15ê Sermawezê, beranber bi “6 December 2023” raporeke 120 rûpelî ya bi navê “Wan bi tundûtîjî, destdirjî li ser min kirin”, belav kir ku bi serhata 45 kes ji binçavkiriyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” li Îranê ye ku 26 mêr, 12 jin û 7 zarokan li xwe digre ku destdirêjî û tundûtîjiya zayendî ya bi tak û bi kom li ser wan, bi hûrekarî û bi belgeyan ve, hatiye tomarkirin”.

Sekretera Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Agnes Callamard” li derheq tundûtijiyên li girtîgehên rejîma Îranê bo ser binçavkirîiyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê gotiye: “Lêkolînên me didin xuya ku bi ti awayekê hêzên ewlehî û îtilaatî li Îranê de ji destdirîjiya zayendî û tundûtîjiyên din ên zayendî bo îşkencekirin, cezakirin û derbelêdana fîzîkî û hundirî ku bo hertimî dîmîne, heta li ser zarokên 12 salî jî bikar tîne”.

Herwisa “Agnes Callamard” bi tekezî gotiye: “Tundûtîjiya zayendî wek çekek karlêker, li bernameya berpirsên Îranê de bo serkuta nerizayetiyan û serkuta dijberan bi armanca man li desthilatê bi her nirxekê, hatiye bikaraîn”.

Herwisa li vê raporê hatiye ku dadstan û dadwerên rejîmê ne bi tenê xwe li wan cinayetane bêdeng kirine û şikayetên li ser destdirêjiyên zayendî perdepoş kirine û hevkariya wan jî li encamdana wan de kirine, belku îtirafên bi zorê ên li sedema wan îşkenveyan de bo sepandina tawan û sepandina ceza bo ser wan binçavkiriyan de bi kar anîne.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin