Abdulrehman Apo û sê havalên wî serbest hatin berdan

PDK-S, di daxuyaneka taybet de, nûçeya serbestberdana endamê komîteya navendî ya partiyê û sê endamên wê ragihand.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), di daxuyaneka taybet de, nûçeya serbestberdana endamê komîteya navendî ya partiyê û sê endamên wê ragihand.

Apo roja 4.3.2016 ji aliyê asayişa bi ser PYD ve li Efrînê hatibû girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatibû veguhestin.

Li gel Apo weke ku li jor amaje pêhate kirin sê endamên PDK-S jî serbest hatin berdan ku navên wan evin: Felemez Osamn, Cemal Şêx Îsmaîl Zade û Rênas Abdulrehman.

Bi bona derbasbûna çar salan ji radestkirina rejîma Esed piraniya xaka Kurdistana Sûriyê jibo PYD re. Xweseriya demokrata bi ser heman partiyê ve, lêborîneka giştî bi helkeftina salvegera "Şoreşa Rojava" ragihand ku, li dûv wê hinek girtî ku, zorbeya wan ne siyasî ne, ji zindanên xwe serbest berdan.

PYD bi hevparî li gel rejîma Esed di çarcova xweseriya demokrat de Kurdistana Rojava birêve dibe. Heta niha tu hezeka navxweyî (sûrî), herêmî yan navnetweyî danpêdan bi vê rêveberiya "de facto" nekiriya.   
 (E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike