80ê Salîya damezrandina PDK-Π li Swedê hate pîrozkirin!

.

Di êvara 29.08.2025 de, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î), 80 salîya damezrandina xwe bi şahiyek girseyî li Swêde li bajarê Västeråsê pîroz kir.

Li gel Partîya Welatparêzên Kurdistanê -PWK) û HEVKARÎ ya partîyên Kurdistanî gelekî Nûnerên partîyên siyasî yên ji her çar perçeyên Kurdistanê, berpirsên komele û dezgehên sivîl yên Kurdistanî, beşdarî şahîyê bibûn.

Piştê bixêrhatin û li gel serûda neteweyî deqeyekî rêzgirtin bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê.
Aheng ji du beşan pêk hat.   Beşa yekem ya siyasî bû ku,  axaftin, peyamên partiyên siyasî, yên komele û dezgeh û kesayetan hatin xwendin.

Beşa duyem jî bi muzik, şahî û govend heta derengê şevê domand.

Eva jî peyama Partîya Welatparêzê Kurdistanê-(PWK)ê ye:

Ji bo PDK-Î li Swêdê.

 

Rêzdaran, em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Swêdê 80êmin salvegera damezrandina PDK-Î ê bi hestên biratîyê pîroz dikin.

Girîngiya tekoşîna we a bê hempa, di wan 80 salan de bûye şanazî û serbilindîya miletê Kurd û Kurdistanê. PDK-Î bi xebata xwe ya 80 salî li hember rejîma hov ya Îranê bûye hêzeke sereke li rojhilatê Kurdistanê.

Her waha sîyaseta PDK-Î ê bi têkilî û tifaqên xwe yên  biratîyê di her çar perçên Kurdistanê bûye şanazîyeke mezin.

Bi hêviya berdewamîya têkilîyên biratîya PWK û PDK-Î ê, serkeftina we dixwazin. Serkeftina we li rojhilatê, serkeftina me hemû kurdan e.

Em careke din 80 salîya we pîroz dikin û silavên xwe yên germ û biratîyê bo we û bo ruhên Qazî Mihemed, Dr. Abdulrahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin.

Bijî tekoşîna miletê Kurd.

 

Partîya Welatparêzên Kurdistanê,PWK/Swêd

29.08.2025

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in
Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin