70 parlamenterên YE êrîşa Şingalê şermezar kirin!

Parlementeran xwestîye ku azadiya xweserîya şingaliyan jî bê dayîn.

Parlamenter di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser êrîşên artêşa tirk û gotine; êrîşên artêşa tirk êrîşên li dijî hikumranîya Iraqê ye û xelkê Şingalê bûne qurbaniyên van êrîşan.

70 Parlementerên Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya bi navê "Daxwaza Aştiyê" de gotine:" Êrîş ser serwerîya axa Iraqê hatîye kirin, ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin ku xelkê Şingalê bûne qurbaniyên rikberiyên gelek aliyan." Her wiha parlementeran xwestîye ku azadiya xweseriya şingaliyan jî bê dayîn.

Di 25ê Nîsana 2017an de hêzên esmanî yên Tirkiyê Çiyayê Şingalê bombebaran kiribûn û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest da. Herwiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê