7 hizbên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê salvegera tevgera Jînayê de dê konferansek hevpar bi rê ve bibin

.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdiastanê “PJAK”, Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê “PAK” û Komele rêkxirava Kurdistaniya Hizba Komonîsta Îranê, pêkhênerê vê konferansê ne ku dê li roja Yekşemî 28ê Îlon ê, bê lidarxistin.

Hizba Dêmokrat ragihand: Konferansa hevpar a aliyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê mizgînîderê qonaxek nû li hevxebatiya hêzên siyasiye Kurd e.

Mihemmed Nezîf Qadirî, Berpirsê Navenda pêywendiyên Kurdistanî û Îranî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvînekê de digel “Kurdistanmedia”yê ragihand ku pêkanîna vê konferansê li rewşa niha ya siyasiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, pêngavek niştimanî û xebatkarane ye û hevdem nîşanderê yekgirtîbûn û yekîtiya bi praktîk a Hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanê ye. Hevdem ev konferanse ku li sêyemîn salvegera şehîdkirina Jîna û tevgera “Jin, Jiyan Azadî”yê de dê bi rê ve biçe, migînîderê qonaxeke nû li hevxebatiya hizbên siyaî yên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi hevahengî û yêkrêziya zêdetir ve li pêxema bidestveanîna destkevtên siyasî û neteweîyê Kurd berbi guherînên siyasiyên Îran û Kurdistanê ve herin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin