6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan

.

 30 sale 6 girtiyên di zîndanê de bûn û herî dawiyê di zîndana Bolu ya tîpa F de bûn, serbest hatin berdan. Her 6 zîndanî berê jî çend caran daxwaza serbest berdana xwe kiribûn lê daxwaza wan hatibû red kirin.

Di encamê de heyeta çavdêriyê û hem ya rêvebirina zîndanê civiya û biryara berdana her 6 kesan da. Heyet berê 7 cara berdana Deniz Öztürk, Halil Dağ û Şehap Elbasan red kiribû. 5 cara serbest berdana Suat Gökalp, 2 cara ya Muhammed İsmail û Murat Çetinkaya red kiribû.

Hat gotin ku Muhammed İsmail piştî berdanê, ew şandine Navenda Paş de Dagerandinê ya bajarê Boluyê û dê ew bişînin Sûriyê.

Heyet nehişt ku Metin Dalan û Aydın Yüce serbest bên berdan û ji bo wan bahaneyan dan pêş.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên