6 rojnameger dê îro derkevin dadgehê

Li Tirkîyê 6 rojnamegerên ku ji ber nuçeyên merasima cenazeyên endamên MÎT'e yên li Lîbyayê jîyana xwe ji dest dabûn weşandin hatin girtin, dê îro derkevin pêşberî dadgehê.

Navenda Nûçeyan - Yekemîn danişîna doza 6 jê girtî 8 rojnamegerên ku nuçe der barê merasima cenazeyên endamên MÎT'ê de weşandibûn, dê îro bê dîtin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, Midurê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Oda TV Bariş Terkoglu, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Bariş Pehlivan, nûçegîhan Hulya Kilinç û Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel ku 4 meh in girtî ne dê îro derkevin pêşberî dadger. Rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê jîyana xwe ji dest dan tên darizandin. Danişîna dozê dê di nava rojê de li Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê bê dîtin.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist