59 kongirêsmenên Amerîkayê daxwazkirin ku Amerîka li hember cinayetên rêjîma Îranê bisekine

.

Damezraweya “Washington Reporter” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku 59 kongirêsmenên Komarîxwaz û Dêmokrat ên Amerîkayê bi nivîseke hevpar de bo “Marko Robio” Wezîrê Derve yê Amerîkayê, bi sedema tepeskirinên li Îranê, daxwaza berdewamiya piştevanîkirina Amerîka li neraziyên Îranê û zêdekirina givaşan bo ser rêjîma Îranê kirine.

Herwisa li vê nivîsê de tekezî hatiye kirin ku xelkê Îranê bi rohnî daxwaza komareke dêmokratîk li ser binyata cudatiya ol ji siyasetê, ploralîzm û rêzgirtin ji kerameta mirovî dikin û wajokerê vê nivîsê bi tekezî ragihandine ku neraziyên Îranê bi rohnî hemû cure hikûmetek deshilatxwaz, çi dîktatoriya şahî ya berê û çi dîktatoriya olî ya niha, red dikin û daxwaza mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe dikin.

“Randy Weber” Kongirêsmenê Komarîxwaz ragihand: “Ez wek rêberê wan 59 endamên Kongireya Amerîkayê erkê min bû ku Wezîrê Derve bo berdewamkirina givaşên bo ser rêjîma Îranê bi sedema tepeserkirina tundîtîj a neraziyan û êrîşkirina hêzên rêjîmê bi nexweşxaneyan û navendên pizîşkî, han bidim.

Herwisa navbirî ragihand: cîhana azad dibe bi dengek bilind û rohn biaxive, Amerîka dibe li kêleka xelkê Îranê ku daxwaza mafê diyarîkirina çarenivîs û paşeroja xwe dikin de bisekine”.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan