51 çekdaran dest ji PKKê berdan û pêwendî bi Pêşmerge re dikin

.

51 çekdarên PKKê li çiyayê Şingalê îro 25ê Îlona 2021ê dest ji sengerên xwe berdan û pêwendî bi Fermandariya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê re kirin. Fermandarê wan çekdaran jî aşkere dike: “PKKê xizmeta gelê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Pêşmerge re kir.”

Berpirsê Liqê 17 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer ji K24ê re ragihand, “Îro Li çiyayê Şingalê 51 çekdarên PKKê ji nav refên PKKê derketin û xwe gihandin hêzên Pêşmerge yên li Fermandariya Şingalê.”

Fermandarê wan çekdarên PKKê Şihab Qasim Hesen ji K24ê re ragihand, “Baregehên me li navçeya Zorava ya ser bi nahiya Sinûnê bûn. Piştî 5 mehan di nava rêzên PKKê de, em gihîştin wê baweriyê ku PKKê xizmeta miletê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Fewca Yek a Pêşmerge ya Fermandariya Şingalê re kir.”

Herwiha wî fermandarê PKKê got: “Berpirsê Liqê 17 ê PDKê pêwendî bi me re kir û em spasiya xwe ji bo PDK û Hikûmeta Herêmê jî nîşan didin ku her dem hevkariyê bi koçberên Şingalê re dikin û alîkariya wan dikin.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn