Di civîna yekem a Desteya Aştiyê ya Xezeyê de ku li Washingtonê bi serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat lidarxistin, 5 welatan soz da ku leşkeran bişînin Xezeyê.
Li gorî biryarê, Endonezya, Mexrib, Qazaxistan, Kosova û Albanya dê leşkeran bişînin Xezeyê.
Leşkerên ku dê di Hêza Aramiyê ya Navneteweyî de cih bigirin, dê destpêkê li bajarê Refehê yê başûrê Xezeyê bên bicihkirin.
Tirkiye jî yek ji endamên damezirîner ên Desteya Aştiyê ya Xezeyê ye.
Civîna destpêkê ya desteyê li Washingtonê bi serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat lidarxistin.
"Kêfxweş im ku 5 welatan soz da"
Fermandarê Hêza Aramiyê ya Navneteweyî (ISF) Jasper Jeffers ku tê plankirin li Xezeyê bên bicihkirin, di civînê de axivî û got:
"Îro ez kêfxweş im ku radigihînim 5 welatên ewil soz dane ku leşkeran ji bo ISFyê (Hêza Aramiyê ya Navneteweyî) bişînin: Endonezya, Mexrib, Qazaxistan, Kosova û Albanya.
Misir û Urdinê jî ji bo perwerdekirina polîsan soz da."
Destpêkê li Refehê bi cih dibin
Jeffers her wiha diyar kir ku Hêza Aramiyê ya Navneteweyî dê destpêkê li bajarê Refehê yê li başûrê Xezeyê bi cih bibe, dest bi perwerdekirina polîsan bike û qada kontrolê dê herêm bi herêm berfireh bibe.
Plana 20 hezar leşkerî
Jeffers destnîşan kir ku plana wan a demdirêj ew e ku 20 hezar leşkerên Hêza Aramiyê ya Navneteweyî li Xezeyê bên bicihkirin û 12 hezar polîs werin perwerdekirin.