5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hevpeymaniyek ava kir

.

Endamekî Desteya Birêvebir a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku wan piştî gotûbêjkirina mijarên pêwendîdar ên li ser Kurdistan û Îranê hevpeymaniyek pêk aniye.

Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Şandeya PDKÎyê Mihemed Nezîf Qadirî ji Rûdawê re ragihand ku wan bi navê “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” hevpeymaniyek ava kiriye.

"Bi beşdariya berpirsên yekem hat avakirin"

Mihemed Nezîf Qadirî li ser hevdîtinan agahî dan û got:

"Piştî gotûbêjkirina rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li gel aliyên siyasî, bi beşdariya berpirsên yekem ên her 5 aliyan biryara pêkanîna hevpeymaniyê hat dayîn."

Ew pênc aliyên ku hevpeymanî pêk aniye ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê.

Berpirsê PDKÎyê her wiha da zanîn, "Dê îro demjimêr 17:00an derbarê pêkanîna hevpeymaniyê de daxuyaniyek were belavkirin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin