Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê ku ji pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, ji welatiyên wê parçeyê Kurdistanê xwest ku bi "aqilmendî" rûbirûyê guherînan bibin.
Ev daxuyanî yekem daxuyaniya hevpeymaniya pênc partiyan e piştî avakirina wê ya 22yê Sibata 2026an ku şeva 2yê Adarê hatiye belavkirin.
Hevpeymaniyê ragihand ku şerê niha heye "encama siyaseta bi dehan salan" a desthilata Komara Îslamî ya Îranê ye û "Ew şerê ku heye ne şerê civaka Îranê û neteweyên wî welatî yê li gel Amerîka û Îsraîlê ye, şerê desthilata Îranê yê bi wan welatan re ye."
"Xwe ji tola şexsî biparêzin"
Pênc partiyan çend daxwaz ji welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin û wan xwest ku "xelkê Kurdistanê gav bi gav li gel rewşa rûdanan li ser hest bin û bi hişyarî rûbirûyê rûdana bibin û tevgera xwe ya siyasî li gorî daxwaz û raspardeyên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê rêk bixin û vê hevahengî û pêwendiyê zindî û berhemdar bikin."
Her wiha dibêjin divê hemû xelkê Kurdistanê bi aqilmendî û têgihîştinê pêşwaziya guherînan bikin û xwe ji tevgerên bilez û tola şexsî biparêzin ku ziyanê digihîne ewlehî û parastina giştî ya civakê.
"Ji baregehên leşkerî dûr bikevin"
Her wiha daxwaz ji xelkê dikin ku ji bo parastina xwe çendî dikarin ji baregeh û navendên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê dûr bikevin.
Di daxuyaniyê de ji bazirgan, dikandar û xwediyên malan hat xwesitin ku bêhtirî her demekê hay ji hev hebin, bi taybetî xelkê kirêdar, hejar û bêderfet û dibêjin:
"Bi alîkariya hev wan rojên dijwar û zehmet derbas bikin."
Ew pênc aliyên ku hevpeymanî pêk anîne ev in:
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Saziya Xebata Kurdistana Îranê.