3 pasdarên Îranê hatin kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê di pevçûneke çekdarî de 3 kes ji hêzên Supaya Pasdaran a Îranê hatin kuştin, ku yek ji wan efser e.

Navenda Nûçeyan - Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda ya ser bi Supaya Pasdaran ve di daxuyanîyekê de aşkere kir, pevçûn li navçeya Dîwandere ya parêzgeha Sineyê li gel "grûpeke dijî şoreş" pêk hatîye û di encamê de efserek û 2 pasdarên pê re hatine kuştin. Lê di daxuyanîyê de amaje bi navê wê grûpa çekdar nehatîye kirin.

Hikûmeta Îranê partî û rêxistinên opozisyona xwe ya li derve û bi taybetî jî hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê wek "grûpên dijî şoreşê" bi nav dike.

Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda herwiha dîyar kirîye, her 3 pasdarên ku hatine kuştin ji hêzên "Supaya Bêyt El Muqedes a Kurdistanê" ne. Di daxuyanîyê de nasnameya efserê kuştî yê Supaya Pasdaran jî hatîye aşkerekirin û hatîye gotin, "di pevçûnê de, efserê bi nave Şekîba Selîmî li gel 2 pasdarên li gel" jîyana xwe ji dest dane.

Biryargeha Hemze destnîşan kirîye, ku di pevçûnan de hejmarek endamên grûpa dijî şoreşê jî hatine kuştin, lê ti amaje bi hejmara wan kesan nake û dîyar nekirîye, ka termên wan kesan di destê Pasdaran de ne yan na.

Biryar e merasima cenaze ya her 3 endamên Supaya Pasdaran sibe Çarşemîyê saet 09:00 serê sibehê li bajarên Dîwandere, Qurwe û Bîcarê bihê lidarxistin.

Hêj ti kom û alîyekî çekdarî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane û ti alîyekê berpirsatîya pevçûnê li xwe negirtine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê