3 keçên êzdî hatin rizgarkirin

Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê ragehand, 3 keçên din ji êzdîyên revandî hatin rizgarkirin.

Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê ragehand, 3 keçên din ji êzdîyên revandî ji alîyê DAIŞê ve hatin rizgarkirin.

Husên Qayîdî, rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandîyên Êzdî li parêzgeha Duhokê ragehand: Nivîsîngeha wan şîya 3 keçên din ên êzdî yên revandî ji alîyê DAIŞê ve bi navên (A.B.X) temen 19 sal, (A.D.B) temen 16 sal û (W.E.E) temen 18 sal, li Sûriyê ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bikin, ku li 15yê Tebaxa sala 2019yê li gel malbata wan li gundê Koço ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Herwiha Qayîd got: “Piroseya rizgarkirina wan 3 kiçan, bi rêya Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê bûye û niha li ciheke paraztî ne û di rojên dahatî de dê vegerin nav kesûkarên xwe.”

Qayîdî, tekez jî kir, ku Nivîsingeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî  di hewlên xwe berdewam in bo rizgarkirina ew revandîyên ku heya niha nehatîne rizgarkirin û eşkere jî kir herçende di niha de karên dijware lê ne mehale.

Ev jî di demekê de ye her îro Mahir Şengalî bi nûçegihanê Kurdistan24 ragehandibû ku keçeka din a êzdî bi navê Dilsoz Misto Emê ku xelka gundê Koço ye ser bi qezaya Şingalê, piştî 5 salan ji revandina wê ji alîyê çekdarên Daişê ve ji Kempa Holê ji rojava ya Kurdistanê ji alîyê Hêzên Suryaya Demokrat (HSD) hatîye rizgarkirin û li Şingalê bi kesûkarên xwe careka din şad bûye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne
Mensûr li ser biryarnameya Şer got: ‘Sedam Hisên û Beşar Esed jî nêzîkatiyeke wiha nîşan dabû’