3 dewlet li Misrê civiyan

3 dewlet li Misrê civiyan

Wezîrê karên derve yê Iraqê, Misrê û Urdunê li Qahîre civiyan û ragihandin ku destekê didin çareseriya siyasî ya li Lîbyayê, Sûriyê û Fîlîstînê. Piştî civînê li Kahîre wezîrê karên derve yê Misrê Şukrî ragihand ku li ser arîşeyên her sê welatan rawestiyane û destekê didin çareseriyên siyasî li wan welatan.

Şukrî ragihand ku agahiyan di derbarê bendava Hedasiyê de ya ku Etiyopya li ser rûbarê Nîlê çêdike, dane wezîrên karên derve yên Iraq û Urdunê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn di derbarê ewlehiya avê ya li Iraqê agahî da mekanizmaya Koordînasyonê û wezîrê Urdunê Safedî jî di derbarê doza Fîlîstînê de agahî da û got ku doza Fîlîstînê di Rojhilata Navîn de doza herî girînge.

“Mekanîzmaya Koordînasyona Sêqolî” di adara 2019 an de li Qahîrê hatibû avakirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin