3 dewlet hêzeke profesyonel ji Kurdistanê re ava dikin

Kurdistan û tîmeke pisporên navdewletî leşkerek profesyonal ji peşmerge ava dikin

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinivsîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 7ê Gulanê bi tîmeke pispor û şarezayên leşkerî yên ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê re, civînek li ser bihêzkirina Hêza Pêşmerge û avakirina hêzeke profesyonel a Pêşmerge civînek saz kir.

Di civîna ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge û berpirs û fermandarên Wezareta Pêşmerge tê de amade bûn, rapora avakarina hêza profesyonel a Pêşmerge hat pêşkeşkirin; rapora şareza û pisporên serbazî yên her 3 dewletan ji 35 xalan pêk tê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî ji bo hevkarî û alîkariyên berdewam yên welatên hevpeymanan kir û got, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember gefên terorîstan û DAIŞê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike.

Barzanî diyar kir ku ew dê projeyên şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê di civîneke civata wezîran de bike mijara gotûbêjan da ku piştre bê pesendkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî ku proje li Civata Wezîran hat pesendkirin, dê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re were şandin û fermana pêwîst li ser were dayîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin