“29 parlamenterên HDP/DEMê ji bo MÎTê dixebitin”.

.

Cîgirê Serokê Koma berê yê IYI Partiyê û serokê giştî yê Anahtar Partiyê di civîna parlementoyê de axivî û behsa rewşek taybet ya DEM Partiyê kir.  Yavuz Ağıralioğlu di axavtina xwe de diyar kir ku, di nav Partiya HDP/DEMê de “29 parlamenter ji bo Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) dixebitin”.

Daxuyaniyên Ağıralioğlu, di dema ku rûniştin ji hêla Hevserokê berê yê HDPê Mithat Sancar ve dihat birêvebirin de hate kirin, ev daxûyaniya Agiralioglu di Parlementoyê de bû sedema gotubêjek dijwar. Piştî minaqeşeyên tund rûniştina parlementoyê hate sekinandin. Dema parlementer ji qada civînê derketin serokê civînê û parlementerê DEMê û herweha hevserokê berê yê HDPê Mithat Sancaroglu ji Yavuz Ağıralioğlu gotiye: , “Mafê te tune ku me eşkere bikî.”

Partiya HDP/DEM hîn daxuyaniyek fermî derbarê van gotinan de nedaye.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin