22 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin

.

Proseya serîlêdana namzediyê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro bi dawî dibe. Heta niha 22 partiyên siyasî navê xwe tomar kirine.

Li gor zanyariyên ku ketine destê K24ê, heta niha 22 partiyên siyasî, 2 hevpeymanî û zêdetirî 72 berbijêran navê xwe tomar kirine.

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebdullah Wertî ji K24ê re ragihandiye: “Ji bo diyarkirina roja hilbijartinan heta niha bi me re hevdîtin nehatiye kirin. Me li herêmên Hewlêr, Silêmanî û Helebce navên xwe tomar kirin û lîsteyên xwe yên namzetan radestî komîsyonê kirin.”

Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed ragihand, hemû amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî asayî berdewam dikin û ew pêşbînî dikin ku roja hilbijartinan ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand