2 şervanên HSDê hatin kuştin

Li Dêrazorê 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrîşeke çekdarên DAIŞê de canê xwe jidest dan.

Li Dêrazorê 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrîşeke çekdarên DAIŞê de canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li navçeya El Wihde ya li rojhilatê Dêrazorê çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke piştnînê ya HSDê kir û di encamê de şervanekî HSDê canê xwe jidest da û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke din a HSDê li bajarokê Zibyan kir û di encamê de şervanekî din canê xwe jidest da.

HSDê di 23ê Adara bûrî de bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kontrol kiribû û ragihandibû, şerê wê li dijî DAIŞê ket qonaxa jinavbirina şanên nivîstî yên DAIŞê.

Her li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, demek e tevger û çalakiya DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê zêde bûye û çendîn teqîn û êrîş rû didin û duhî jî grûpeke çekdar welatiyek li bajarokê Kişkiyê li rojhilatê Dêrazorê kuşt.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê