2 sal û 6 mehên din cezayê girtîgehê li Demîrtaş hate birîn

.

Li Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş bi hinceta axaftinên wî yên bere hate darizandin û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Danişîna doza darizandina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahedîn Demîrtaş de ku bi hinceta axaftinên wî yên di navbera salên 2015-2016’an de kiriye li Dadgeha Mêrsînê hat lidarxistin.

Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmen tevlî rûniştinê bû. Dozgeriyê Ji 4 sûcên cuda daxwaz kir Demîrtaş bê ceza kirin.

Piştre Demîrtaş mafê axaftinê wergirt û ragihand, ew weke siyasetmedarekî kurd bi sedema wê yekê ku mafê rexneyê bikaranîye tê darizandin û got, “Ez ne ji ber teror û tundiyê belkû ji ber gtinên xwe 55 salan hatime cezakirin.”

Demîrtaş da zanîn, kesên ku li bajarê Somayê bûne sedema mirina 301 kesan tenê bi 17 salan hatine cezakirin û kesê ku Hirant Dînk teror kir tenê 16 salan hate cezakirin, lê ew ji ber gotinên xwe 55 salan hatiye cezakirin. Piştî xweparastina Demîrtaş û parêzerên wî dadgehê biryara xwe da û bi hinceta axaftinên wî yên bere ku weke heqareta li dijî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bi nav kir, bi giştî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birî.

Siyaset Haberleri

Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye
Di peymana hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Sûriyeyê de çi heye?
Li Deryaya Egeyê zêdetirî 90 koçberên Kurd hatin rizgarkirin
UNICEF dixwaze zarokên li Siwêdayê bên parastin
Senatorê Amerîkî bertek nîşanî pêşnûmeya Heşdî Şebî ya Iraqê da!