2 kolberên Kurd li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, hêzên Îranê teqe li kolberên Kurd kirin û di encamê de 2 kolber hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, ku îro Yekşemê 3ê Gulana 2020, kolberekî Kurd li devera sînorî ya Hengejal a li parêzgeha Sine û li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranê ve hatîye kuştin.

Li gor zanayrîyan, navê wî kolberî Mehmûd Moradî û 22 salî bûye û xelkê gundê Qulî Ava yê navçeya Bane ya ser bi parêzgeha Sine ve bûye.

Çavkanîyên xwecihî dîyar kirine, ku ew xortê Kurd tenê 3 heftî bûye ku zewicî bûye û ji ber rewşa xirab a aborî û nebûna dahatê, bi neçarî li ser sînor kolberî kirîye.

Herwiha li ser sînorê navbera Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê û Qeladizê li alîyê Başûrê Kurdistanê jî, şeva bihorî hêzên Îranê li nêzîk gundê Kanî Zerdê gulle berdane hejmarek kolberên Kurd.

Di encama teqeyên hêzên Îranê de, kolberekî Kurd bi navê Mihemed Îbrahîmzade canê xwe ji dest daye.

Li gor agahîyan, Mihemed Îbrahîmzade 37 salî û bavê 3 zarokan bûye û nîştecihê bajarokê Rebetê yê ser bi navçeya Serdeştê ve bûye.

Ji destpêka meha bihorî ve heta niha 6 kolberên Kurd li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi gulleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

Rûdaw

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike