2 aktivîstên din jî ji ber şewata li çiyayê Aviyerê yê Sineyê can da

.

Du aktîvîstên din ên jîngehparêz ên Kurd, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî, dema hewl didan şewata berfireh a li çiyayê Aviyerê yê bajarê Sineyê vemirînin, şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Ev şewat, roja Pêncşemê, 24ê Tîrmeha 2025an, saet 13:30ê piştî nîvro ji devera li pişt Parka Zarokan dest pê kir û bi lez belavî deverên Zagros û Hesenavayê bû.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Çiyako Yûsifînijadê ku werzişvan û çalakvanê jîngehparêz bû, duh, roja Yekşemê, 27ê Tîrmeha 2025an, piştî 4 rojan di beşa çavdêriya taybet (ICU) ya Nexweşxaneya Kewserê de ma, ji ber şewata laşê xwe canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ew hîn nehatiye binaxkirin, lê xelkê Sineya Rojhilatê Kurdistanê li ber nexweşxaneyê kom bû û bi dirûşma “şehîd namirin” hevxwemiya xwe ji bo wî nîşan dan.

Herweha, Xebat Emînî aktîvîstê din ê jîngehpagêz jî îro, roja Duşemê uşemî, 28ê Tîrmeha 2025an, piştî 5 rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber birînên xwe can da da.

Di heman bûyerê de, aktivîstên din ên bi navê Muhsên Husênpenahî, Ariyas Selîmî, û Seyîd Mistefa Hujberî jî şewitîne û birîna wan jî xedar e. 

Hengawê tekez kir ku hewldana vemirandina agir bi temamî ji aliyê xelkê û çalakvanên jîngehparêz ve hatiye kirin, ku ev yek dilsoziya wan a ji bo parastina xwezaya Zagrosê nîşan dide. Lê belê, nebûna piştgiriya saziyên fermî yên rejîma Îranê jî hişt ku ev aktîvîst bi tenê di vê xebata xeternak de bixebitin.

Ji bilî van, parêzerekî pispor ê bi navê Hemîd Mûradî jî dema ku hewl dida agir vemirîne, birîndar bûbû û can dabû.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne