"18 salên AK Partiyê: 27 hezar û 493 kes hatine îşkencekirin"  

.

Di navbera salên 2002 – 2020an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 27 hezar û 493 kes hatine îşkencekirin û danûstandina xirab ligel wan hatiye kirin. Herwiha 86 kesan di encama êşkencêyê de canê xwe ji dest dane.

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Wekîlê Serokê Komisyona Şopandina Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê Sezgin Tanrikulu, “Raporta Îşkence û Danûstandina Xirab a hikûmetên AKPê di salên 2002 – 2020an de” eşkere kir.

Li gor raportê, di navbera salên 2002 – 2020an de herî kêm 27 hezar û 493 kes hatine îşkencekirin û danûstandina xirab ligel wan hatiye kirin. Tanrikulu dibêje, eger êşkenceya nehatiye ragihandin, ên gilehî nekirine û yên di xwepêşandan û meşan de hatine îşkencekirin li ber çav bên girtin hejmar gelekî zêdetir dibe.

Li gor raportê, di serdema qedexeya derketina derve û rewşa awarte de ku piştê hewldana darbeya 15ê Tîrmehê hat ragihandin, êşkence gehiştiye lutkeyê. Di 2017an de hejmara kesên dihatin êşkencekirin ku 2000 derbas dikir, 2020an dîsan ber bi zêdebûnê ve çûye.

Êşkence û Danûstandina Xirab li gor salan:

2002: 988, 2003: 600, 2004: 367, 2005: 193, 2006: 339, 2007: 320, 2008: 269, 2009: 259, 2010: 228, 2011:243, 2012: 323, 2013: 388, 2014: 1.039, 2015: 5.671, 2016: 5.606, 2017: 2.278, 2018: 2.214, 2019: 2.634, 2020: 3.534

Sezgin Tanrikulu da zanîn ku sedema serekî ya zêdebûna bûyerên êşkence û tevgera xirab nebûna ceza ye û got: “Bêcezatî, bi gotineke vekirî tê wateya ku tiştek bi navê lêpirsîna derbarê binpêkirinan, dîtina bikeran, darizandin û cezakirin û qerebûkirina mezdûran de nîne. Mijara ku li vê derê tekezî li ser tê kirin berpirsyariya dewletê ye.”

Li gor raporta Tanrikulu, di navbera salên 2002 – 2020an de 86 kes dema desteserkirî bûn bi êşkenceyê canê xwe ji dest dane.

Mirinên Di Dema Desteserkirinê De:

2002: 5, 2003: 2, 2004: 5, 2005: 5, 2006: 2, 2007: 6, 2008: 8, 2009: 6, 2010: 6, 2011: 5, 2012: 9, 2013: 0, 2014: 6, 2015: 6, 2016: 6, 2017: 3, 2018: 3, 2019: 0,2020: 3, bi Giştî: 86

Di raportê de, behsa “wendakirina bi zorê” jî hatiye kirin ku di salên 90î de zêde hebû û ligel ragihandina rewşa awarte di 2016an de, dîsan ketiye rojevê.

Tanrikulu da zanîn ku heta niha ti karmendekî mîrî derbarê wendakirinên bi zorê de nehatiye cezakirin û got, li gor daneyên IHDê, sala 2019an 7 kes bi zorê hatine revandin, li gor amarên Navenda Hafizê jî ji salên 1990an û heta niha hejmara mirovên piştî hatine desteserkirin û wenda bûne hezar û 388 kes e. Piştî kar û xebatan 253 gorên bikom hatine dîtin, zêdeyî 4 hezar kes di van goran de hatine veşartin.

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê