16 çekdarên mîlîşyayên Îranê li parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin

16 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li parêzgeha Dêrazorê li nêzîkî sînorê Iraqê di êrîşên esmanî de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro berbangê firokeyên nenas (tê gûmankirin ku firokeyên Îsraîlê bin) baregehên hêzên Îranî û mîlîşyayên ser bi wê li herêma Sulasat a ser bi Bokemalê ve bombebaran kirin. Di encamê jî de 9 çekdar hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Rewangehê ragihand jî, îro berbangê baregeheke mîlîşyaya Hizbulaha Iraqî li bajarê Meyadîn a li parêzgeha Dêrazorê ji aliyê firokeyan ve hat bombebarankirin. Di encamê de 7 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran xirap e û eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ev di demekê de ye, pêr jî Firokeyên Îsraîlê baregehên rêjîma Sûriyê li derdora Şamê û Der’ayê mûşekbaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Sûrî û biyanî hatin kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûn.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê