15 welatên Ewropayê esmanên xwe ji bo Rûsyayê girtin

.

 Li hemberî êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê gelek welatên Ewropayê esmanê xwe ji bo Rûsyayê girtin.

Heta niha Almanya, Fransa, Îtalya, Belcîka, Fînlandiya, Romanya, Îrlanda, Brîtanya, Bulgarya, Slovenya, Letonya, Komara Çek, Poland, Lîtvanya û Estonya ragihandin ku esmanê xwe ji bo Rûsyayê girtin.

Rayedarekî Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku îro di çarçoveya pakêta nû ya sizayên li dijî Rûsyayê de eger heye qedexeya firînan jî cih bigre.

Rayedarê Yekîtiya Ewropayê ji Reutersê re axivî û dibêje gelek endamê Yekîtiya Ewropayê esmanên xwe ji Rûsyayê re girtine û dibe kû biryareke fermî îro were stendin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio li ser Twitterê daxuyaniyek da û got "Îtalyayê biryar da ku qada xwe ya esmanî ji bo Rûsyayê bigire."

Rûsya jî esmanê xwe girt

Li aliyê din Rûsyayê jî wek bertek esmanê xwe ji bo Brîtanya, Bulgarya, Komara Çek, Poland, Romanya, Lîtvanya, Letonya, Slovenya û Estonyayê girt.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) biryara qedexekirina firokeyên welatên navborî ji ber qedexekirina geştên balafirên Rûsyayê yên li van dewletan hatiye dayîn.

Herwiha hat destnîşankirin ku biryar firînên transît jî digire ser xwe.

Lufthansa geştên xwe rawestand

Kompaniya Esmanî ya Almanyayê jî ji bo hefteykê geştên xwe yên ji bo Rûsyayê û esmanê Rûsyayê de rawestand.

Lufthansa di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tê de amaje bi wê yekê dike ku Lufthansa ji ber rewşa niha dê di 7 rojên pêşiya me de esmanên Rûsyayê bikar neyne û geştên bo Rûsyayê bên rawestandin.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê