15 jinên Bahayî yên hatibû cezakirin cara duyem hatin dadgehkirin

.

Li bajarê Îsfehan ê Îranê, 15 jinên Bahayî ku berê hatibûn dadgehkirin û sizadan, careke din li Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê hatin darizandin.

15 jinên Bahayî, 1ê Gulana îsal bi hinceta “propagandaya li dijî Komara Îslamî” û “beşdarî xebatên teblîxî û perwerdehiyê yên li dijî şerîeta Îslamê bûne” ji bo Dadgeha Şoreşê ya bajêr hatibûn gazî kirin.

Ji aliyê dadgehê ve ji bo her yek ji wan jinan 5 sal cezayê girtîgehê, cezayê pere û tevî qedexekirina çûnûhatinê cezayê qedexeya xizmetên civakî li wan hatibû birîn.

15 jinê Bahayê, 25ê Îlonê li Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ji nû ve hatin darizandin û tê çaverêkirin cardin bêne cezakirin.

Hin ji wan jinan sala 2021ê hatibûn girtin û paşê bi kefalet hatibûn berdan.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand