140 koçberên Rojavayê Kurdistanê ji Sûdanê bo Hewlêrê hatin veguhestin

.

140 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Sûdanê bi balefireke serbazî gihîştin Hewlêrê û biryar e îşev balafireke din bê.

Zêdetirî 2 meh in, şer û pevçûn li Sûdanê berdewam in, piraniya welatan welatiyên xwe ji Sûdanê welatî derxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derengê şeva derbasbûyî, yekem balafira serbazî ku 140 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê têde bûn ji balefirxaneya BorPort-Sûdan anîn Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Ew 140 kes niha di 3 hotêlên Hewlêrê de ne, îro şandeke Neteweyên Yekbûyî jî seredana wan kir.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo wan cihê mayînê peyda dike, xwarina amadekirî pêşkêşî wan dike.

Biryar e îşev balafireke din jî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bê Hewlêrê û sibe jî 3yem balefir digihe Hewlêrê.

Di 15ê Gulana 2023yên de şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo derketibûn û heta niha berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Li Rihayê erdhejek bi hêza 5.4 pileyî rû da
Zeydî û Erdogan li ser radestkirina Baregeha Zêlkanê li hev kir
Scott Bessent: Em ne bawer in şandeya Îranê ya li New Yorkê karibe vegere welatê xwe
Medyaya nêzîkî Pasdaran: Divê Ebas Eraqçî lêborînê bixwaze
Berxwedêra Rewşenbîr: Hûrî Alxas