14 hezar kompaniyên goştê sipî îflas kirine

Li gorî amarên Encûmena Berhemanîna Goştê Sipî li Tirkiyê, li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 14 hezar kompaniyên goştê sipî îflas kirine.

Li gorî daxuyaniyên fermî, di heyama sala derbasbûyî de li navçeya Sakariya û Koçelî yê Tirkiyê 870 kompaniyên goştên sipî îflas kirine.

 

Encûmena Berhemanîn Goştê Sipî li Tirkiyê ragihandiye, tê pêşbînîkirin ku heta serê salê 50% ji berhêmên goştê sipî dakeve.

 

Di encamên daketina buhayê Lîreyê Tirkî de, rewşa aborî ya wî welatê têk çûye, û bi sedan kompanî hatine girtin, û bi hezaran kes jî karên xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand