11 roj in agirê li daristanên Dêrsimê berdewam e

.

Li navçeya Xozatê ya ser bi parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ve agirê daristanê ku piştî operasyoneke leşkerî derketibû, di roja 11an de berdewam e.

Li gor agahiyan piştî operasyoneke leşkerî 16ê Tebaxa 2021ê agir li daristanên gundên Danzi, Kurukaymak û Koçeri yên ser bi navçeya Xozatê  dest pê kir û ji ber nehatiye midexele kirin agir li gundên derdor jî belav bûye. Ev agirê ku 11 roje berdewam e gîhiştiye gundê Uzunçeşmeyê.

Parêzgarê Dersimê 26ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber nebûna rê nikarin agirê li navçeya Xozatê vemirînin.

Lê gundiyên herêmê îddîa dikin ku bizanebûn ti destwerdan nayê kirin û li welatiyan hatiye qedexekirin ku biçin cihê agir û hêzên leşkerî hewldanên ji bo vemirandina agir asteng dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 3 mehên dawî de li gelek parêzgehan agir bi daristanan ket û ji ber ku ji bo vemirandina agir hewl nehatin dayîn an jî destwerdan dereng hatin kirin, zirareke mezin çêbû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin