Serok Mesûd Barzanî: Bila ti kes hizir neke ku tawana Pirdê dê li ser wan derbas bibe

Serok Mesûd Barzanî: Bila ti kes hizir neke ku tawana Pirdê dê li ser wan derbas bibe

Serok Mesûd Barzanî têkildarî bûyera Pirdê ku hejmarek kesan destdirêjîya seksê li jineke xwedî pêdivîyên taybet kiribûn, peyamek belav kir

A+A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN - Serok Mesûd Barzanî têkildarî bûyera Pirdê ku hejmarek kesan destdirêjîya seksê li jineke xwedî pêdivîyên taybet kiribûn, peyamek belav kir û ragihand: “Bila ti kes wiha hizir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe”. Serok Barzanî herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi awayekê hevbeş derbarê vê “tawana qirêj” de lêkolînê bikin.

Li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hejmarek kesan destdirêjî li jineke xwedî pêdivîyên taybet kirine û dîmenên wî karê xwe kişandine û belav kirine.

Bûyera destdirêjîya seksî ya li ser wê jinê, di nava civaka Kerkûkê, Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî rastî bertekên tund hat.

Têkildarî wê bûyerê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan.

Serok Barzanî ragihandîye, “Maweyê çend roj e nûçeyek li ragihannê belav bûye ku hejmareke kesên ser bi hêzên Heşd û polîsê Iraqê, li nêzikî Pirdê destdirêjî li jineke Kurd a xwedî pêdivîyên taybet ji malbateke gelek hejar û bêdesthilat, kirine li sînorê parêzgeha Kerkûkê.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê dike, “bi hevbeşî lêkolînên temam” bikin derbarê vê bûyerê de “encamderên vê tawanê bên cezakirin.”

Serok Barzanî dibêje, “Ev tawan û zilmeke gelek mezin e ku li hemwelatîyeke bêpena ya Kurd hatîye kirin li jêr sayeya îdarî û waqî serbazî ya hatîye sepandin li Kerkûkê ku her ji destpêkê heta niha ev desthilat li ser wê ye bi rêyên cûr bi cûr dijayetîya hemwelatîyên Kurd ên Kerkûkê û mafên wan bike.”

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike,  “Bila ti kes û alîyek wiha hziir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe yan dê çav li ser bêne girtin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî tekez dike: “Ev destdirêjî şikandina kerameta hevwelatîyên ne tenê Kerkûkê belku şikandina kerameta tevahîya Kurdan e û divê bikerên vê bêwijdanîyê bi tundtirîn şêwe bihêne cezakirin.”

Jina ku rastî destdirêjîyê hatîye Kurd e û rewşa wê ya derûnî baş nîne û mêrê wê jî nexweş e û li ser cih ketîye.

Li gor zanyarîyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, 8 kesan dest di wî karî de hebûye k user bi Polîsê Kerkûkê û Heşda Tirkmenî ve bûne.

Polîsê Kerkûkê ragihandîye, ku têkildarî bûyerê du kes hatine desteserkirin ku li tawana xwe mikur hatine û radestî dadgehê hatine kirin, daku bêne sizadan.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin