Rêveberîya Xweser: Şam hevahengîyê bo rûbirûbûna Koronayê nake

Rêveberîya Xweser: Şam hevahengîyê bo rûbirûbûna Koronayê nake

Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê ragihand, ji dema derketina vîrusa Korona li cîhanê, Rêveberîya Xweser derîyên sînorî xistin bin çavdêrîya tenduristîyê û her kesê di wan derîyan re derbas bibe divê 15 rojan bikeve kerentînê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re ragihand, tenê li firokxaneya Qamişlo rêjîma Sûrîyê bê hevahengîya bi Rêveberîya Xweser û Desteya Tenduristîyê re bike, kesên ji deverên vîrusa Korona lê belav bûye tîne û bi qaçaxî derbasî herêmê dike.

Dr. Menal Mihemed careke din rexne li rêjîma Sûrîyê girt û got, heta niha ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li herêmên wan tine ne, her çi haletên pêketina bi vîrusa Korona rû bide, rêjîma Sûrîyê di ber de berpirsyar e.

Herwiha Menal Mihemed dîyar kir jî, ew j bo rûbirûbûna vîrusa Korona bi Rêxistina Tenduristîya Cîhanê û Hevpeymanîya Navdewletî re di pêwendîyê de ne, lê heta niha ti hevkarî pêşkêş nekirine.

Di berdewamîyê jî de Dr. Menal Mihemed amaje bi pabendbûna welatîyan bi rêkarên tenduristîyê kir û daxwaz kir ku divê welatî bi Desteya Tenduristîyê û desteyên pêwendîdar re hevkar bin, ji bo xwe û herêma xwe biparêzin û her kesê ku ji derve bê, divê ew bixwe serî li tîmên tenduristîyê bidin û xwe bixin kerentînê.

Li ser pêwîstîyên û alavên bijîşkî, Menal Mihemed dîyar kir, li seranserî welatên cîhanê kêmanî di pêwîstî û alavên bijîşkî de çê bûne. Herwiha pêştir 40 salî herêmên Kurdî piştguhkirî bûn û niha jî 7 sal in jî di dorpêçê de ne, ji ber wê nexweşxaneyên wan ne amadekirî ne ku pêşwazî li hejmarên mezin ên tûşbûyên bi vîrusa Koronayê bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin