MEDYA Û CİWAN (GÊNC)

MEDYA Û CİWAN (GÊNC)

122 salîya rojnamegerîya kurdî pîroz be.

A+A-

Di vê serdema global ku cîhan ji konaxa serdema civaka îndustrîalîzasyonê derbasî civata înformasyonê dibe. Yek ji pirsa herî grîng yê akademîsyenê zaningehê medya, pirsa medya û ciwanaye, ji ber ku ciwan gruba sosyal ya herî dînamîk û aktîve ku dixwaze maksîmûm medya bi kar bîne. Jî ber wê jî nuha di rojevê de pirsa medya û ciwan gelek aktuele. Lazime li ser vê pirsê lekolînên berfireh bibe, lê ji vê nivîsê armanc ewe bala medya kurdî û fakulteyên rojnamegerî yê herêma kurdistanê bikşînin ser vê pirsa stratejîk grîng ji bo welatekî. Her yek ji qonqxên ciwan têde derbas dibin lazime lêkolînên teybet li ser wan bibe, wek minak : konaxa berya dest bî dibistanê (0 – 7), konaxa temenê navbera 10 – 15 û konaxa temnê navbera 17 – 25. Ezê pêşya hinek behsa medya û ciwan ya unîversal bikim paşe emê li rewşa medya Kurdî binerin ka ew di vê pirsê de çawaye ?. Wek eşkereye di serdema me de mirov nakare bê medya tevbigere, medya bûye perçek ji jîyana mirovan ku mirov nakare bê wê tiştekî bike. Wek mînak em li TV dinerin ka çi nuçeyê nuh hene, li lîstikek fotbolê dinerin her weha li filîmekî dinerin, nivîsê balkêş di gazeta de dixwînin, di ser sosyal medya de em bi heval û hogirên xwe ve sohbet dikin û li informasyonê digerin, dixwazin rewşa hewayê bizanibin, lê kîjan sinemayê kîjan film heye. Adresa cihekî bizanibin u hwd. Li gor lêkolînê dide rêdan ku ji % 60 nufûsa cîhana ciwanin û wek li jor min behs kir yê herî dinamik û aktîvin û dîxwazin di derbarê hemû tîştan de agahdar bin. Ciwan bê hudûd (bê hizir) li medya dinere û tiştê dibîne wek heye qebul dike, ji ber wê jî medya teesîreke mezin li ciwana dike ev teesîr dêkare baş û xerabe (negatîv u pozîtîv), Xort û ciwan bê armanc û spantan jî her tiştê nuhre vekirîne çi ji bo wî şexsî çi jî civakî, ev gelek caran dibe sebebê konflikta navbera nifşa (neslan). Di serdemê ku civaka sivîl de, bêhtir der dorê wî teesîr lê dikir lê di serdema civaka înformasyonê de TV, Radîo, înternet, mobîl telefon, gazete û hrw.tesîra xwe rîdide û her ku diçe xurtir dibe. Nuha em dikarin bejin ev bûye navendek gring ji bo ciwanekî di vergirtina şexsîyeta sosyal de. Wek li jor jî min behs kir ne her gav medya informasyona dide pozîtîve, lê gelek caran pir negatîv teesîr dike , ewqas teesîr dike gelek caran beden tîsteki mejî û ruh tiştekî dine. Wek te dizanîn ku 3 qonqxê medya ye universal heye (Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal) di serdema medya profesyonal ku nisbeten (relativ) ku roleke terbîyê ji bo ciwanan dilîst hebû, bi serdema komersîalîzasyona medya ku nuha em têde derbas dibin, fonksîyona medya ji ciwanan re hate guhertin li şûna terbîye kirina ciwanan rola şahî (entertainment) û razîkirina publîka ciwanan di lîze. Weha dîyare medya wê têkilîyên xwe bi ciwanan re di demek nêz de wê ne guheri. Jî bo ku ev rewşa bê guhertin lazîme zanebuna bi kar anina medya li cem ciwanan xurt bive. Ev bê guman bi alîkî tenê nabe divê di vê pirsê de rojnamevan jî piştgirê ciwanan bin ku zanebûna bi karanîna medya di nava ciwanan de xurt bibe. Bi alîkarîya zanina bi kar anina medya ciwan wê bi rexne nezî informasyon û rojnamevan bibe, wê bikaribe mif (xeyal) î rastîyê ji hev derxe, , wê dinyayê rast fam bike, wê bikaribe ji medya tişta ji bo xwe başe bi dest bixe, wê bikaribe xwe li hember manîpulasyon u dezinformasyonê bi parêze. Bi kurtî divê ciwanek bi zanibe wê çawa medya bi kar bîne. Ji bo vêya divê hukûmet, Medya, û civat ji ciwanan re bibin alîkar perwerda bi karanîna medya di nava ciwanan de xurt bike. Pirsa Medya û ciwan nuha yek ji pirsên gring yên desthiladaren welateye ku çawa her yek ji welatên cihane bikaribin ciwanen xwe ji alîyên medya ye negatîv biparêzin û ciwanin xwe bi awayeki bi şeksîyet û modern li ser asasê kultura wana millî û ruhani bi awayekî etîk û moral perwerde bibin. Her welat ji bo wêya karên gelek mezin bi mesrefek mezin bi rêya pisporê teorîk û praktîk ye medya lêkolînên berfireh dikin. Ji ber ev pirs bi ewlekarîya welatekî ve grêdayî ye. Heger tu nakaribe ciwanên xwe di ware fikrî (hizir), ruhanî, moral û etîk de ji êrîşên derve bi parêze, wê hinekî din bedena wan ji ter bihêle lê we meji û ruhê wan bi awayekî din terbîye bike û dike bela serê serê te ( heta gelek caran ciwanek

be ku fam bike dikin dujmunê welaten xwe). Ji ber wê ev pirs nuha dervî alîyên moral û etikê bûye pirsa ewlekarîya welatan ku desthiladaran dest avêtinê ê lêkolîna li ser dikin.

Di wê çarçewa li jor ku min behsa rewşa medya û ciwanan a universal kir gelo li Kurdîstanê rewş çawaye ?. Berya her tiştî tiştekî grîng lazime bêjim ew rewşa universal ku min li jor behs kir, bi tu awayî li rewşa kurdîstanê nayê. Ji ber çi ?, ji ber wek li jor min got ku 3 qonqxê medya ye universal heye: Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal û min got ku cihan nuha ji % 90 di qonqxa media komersîal dene lê pir heyf media Kurdî heta nuha di qonqxa media ewil a partîtî dene ev tê wê wateyê ku ew kirasê ku li jor min behs kir li bejna media Kurdî nayê ew tê wê wateye ku rewş li cem me hîn xerab tire û ciwanên kurd bê paraztinin û media ye xêrnaxwazên kurda ciwanên kurd wek dixwazin terbîye dikin bedena wan ji kurdan ruh û mejîyên wan ji bo hinekî din, behtîrê caran ji bo xêrnexwazê kurdane, heger mirovek bi ruh û mejîye xwe ne kurd be bira sibê heta êvarê bê ez kurdim an serxwebûn wê tu meenak wê tune be. Wek eşkereye başurê Kurdistanê bi hemû kêmayên xwe ve hêvîya paşeroja hemu kurdane ku Kurd li herderê divê başûr biparezin lê îroj dema em li cwanên kurd dinerin bi teybet li bakur û rojavayê welatême pir eşkereye li van herdu beşan helwesta bêhtirîn ciwanan li hember başurê Kurdistane ne cihê dilxweşîyê ye û heta lî başur û rojhilat jî. Li vir tu gunehê wan ciwanan nine. Guneh yê media Kurdîye ku nikare ciwanên kurda ji êrîşen derve di ware medyayê de bi parêze, her weha ku hukûmet jî grîngîyê nade vê pirsê. Dema di nava ciwanên kurde fikrên radikalîzmê di ware sîyasî û ruhanî de xurt dibe em bi yekcar ciwanan gunehbaran nekin, kes pirs nake ji bo çi ev gêncên kurda dikevin nava grubên sîyasî ku li dijî milletê kurdin an ji alî xêrnexwazê kurdan manîpule dibin. Ji xwe pirs tev di wir deye, ji bo çi ?. Li vir em bêjin gunehê media Kurdî ye an em bêjin bê şansîya media kurdî ya ku nakare ji qonaxa partîtî derbasi qonaxek pêşde bibe. Lê li vir yek ji pirsgrêka media Kurdî ewe ku stilek medya kurdî nine. Car caran tiştên gelek baş dikin û carna gelek tiştên ne li re dikin, min demê berê de çi alîyên baş û çi alîyen ne li rê gelek caran nivîsîye. Ji bo media Kurdî dive stîlek (xetek) wê ya mueyen hebe ku kêm caran şaşîtîyan bike. Dive pisporên xwedî komponentin di ware pirsên media yên teorîk û praktik de van pirsên cidî munaqeşe bikin. Li vir her weha gazinek mezin ji fakultên rojnamegerîyê yên herêma Kurdîstanê dibe ev zedeyî 20 salî ye ku xwendevanê wan hene yên tez hazirkirne hene çima heta nuha li ser van pirsên weha cidî tiştekî ber bi çav ne kirine ? heta nuha bi sedan rojnamevan ji cem wan derketine ev tev li kune ? an şaşiti di sîstema perwerda rojnamegerî a fakultên herêma kurdistanê de heye ? Ev pirsa media û ciwan nuha ji her dema bêhtir lazime ji bo media kurdî aktuel be. Divê media kurdî bikaribe bernameyên gelek baş ku bikaribe cwanên Kurd bi nirx û morale bilnd wek şexsîyetek kurd modern perwerde bike û wan ji erişa fikra qewmîya Turkî (kemalizmê). Fikra qewmîya Erebî u ya Farisî bi pareze. Di media kurdî de fehmek gelek şaş nuha hakime ku heger teknika medya ya modern di dest wande hebe ew tê wê wateyê ku ew dikarin medyake baş çe bikin. Ev fehm ji binî de şaşe, ji ber cewherê medya gotara (mesaja) ji bo civatê (publîka) ye yên din tev alatin ji bo gotar gihandinêye. Lê gotar çekirin û gîhandin bi serê xwe ilmeke nave vî ilmî jî Rojnamegerîye. Mirov bi karanîna kamerekê an bi girtina mikrofoneke nabe rojnamevan. Bê guman medya Kurdî di van cend salên dawî de gelek gavên baş avêtine û gelek rojnamevanê baş gîhandine lê tevî vana jî heta nuha medya Kurdî nakare civata Kurd bi tevayî jî propaganda, dezinformatsîyon û manipulasyone bi parêze. Hejaye medya Kurdî û fakulteyên rojnamegerî yê herêma kurdiastanê li xwe hayil bibe û problemên xwe yên teorîk û praktîk munaqeşe bike. Bi vê munasebetê 122 salîya rojnamegerîya Kurd pîroz dikim.

P.S. min di demên derbasbuyide gelek li ser babetên cuda yên teorîk û praktik yên medya Kurdî nivîsî. Nuh ji bo pirsa medya û ciwan aktuele min xwest bala medya kurdî bikşînim ser vê babetê. Li jêr gelek jî raport, lêkolîn û nivîse bi Kurdî û Rûsî ku demê berê ku min li ser medya Kurdî nivîsî bu datînim, kesê bixwaze dikare lê binere

1-Televizyonên Kurdî
https://m.youtube.com/watch?feature=youtu.be&v=bwEs0VzTGyg

2-Radyoyên Kurdî
https://youtu.be/bpv0UQ_hfvY

3-Janrên (cûreyên) televîzyonê û rewşa televîzyonên kurdî.
http://www.dengekurdistan.nu/authors.aspx?an=783&aid=86

4- Medyaya kurdî di înternetê de
http://www.nefel.com/…/ekrem_onen_medyaya_internete_2009_04…

5-Medya Kurdî û şerê pîskolojîk
http://dengekurdistan.nu/authors.aspx?an=3537&aid=86

6-Medya Kurdî “struktûr û wezîfe”.
http://niviskar.se/wp-cont…/uploads/…/11/MedyaKurd_Ekrem.pdf

7-https://youtu.be/bwEs0VzTGyg

8-http://www.youtube.com/watch?v=XhtBrAC4JMM

9-http://www.youtube.com/watch?v=pHiq3lXCXWw

10-https://youtu.be/NJZpp_qLEqE

11-https://m.youtube.com/watch?v=NJZpp_qLEqE

12-К дню рождения курдской журналистики.
https://kurdistan.ru/…/articles-10096_K_dnyu_rozhdenîya_ku.…

 

Ekrem Onen

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin