Civîna Pûtîn û Erdoxan !

Civîna Pûtîn û Erdoxan !

Turkî hemû şertên Rûsya qebûl kir.

A+A-

Ekrem Onen

Turkî hemû şertên Rûsya qebûl kir.

1-cihê ordîya Sûrî ji dest terorîsta û ordîya milli Sûrî derxist ji wan ciha dernakeve.

2-9 nuqtê eskerî yenTurka ku nuha di nava herêma ordîya Sûrî ji dest terorîstan derxist ku mane û Turka digot lazime Sûrî ji wan deran derkeve ew her di destê ordîya Sûrîde dimine û ew 9 nuqtana heta heftakê wezaretên Turkî û Rûsî yên parastinê rewşa wan çareser dikin wer xuyaye wê wan ji wan ciha rakin binin nêzî hudûdê Turkî.

3-rêya E 5 û bajarê serakib dimine di dest Ordîya Sûrî de, ku Turka her digot lazime ordiya Sûrî ji wan deran derkeva biçe cihê xwe yên berê.

4-rêya E 4 ewê polîsên Rûsî û ordîya Turk kontrol bikin, ew berê qismê nêzî idlib Terorista û ordîya milli a sûrî kontrol dikirin.

5- Turka digot 35 km ji bo herêma aram ji xelkê sivîl re, bes li ser 6 km li jêr û jorê rêya E4 tenê, Ne li cihekî din hate qebûl kirin

6- Şer li hember terorîsta nakeve nav vê agirbestê.

7- Diyare ev agirbest jî, Putîn wek bonûsek da Erdoxan ku di raya giştî Turkîde ne wek temamî mirovekî şikestîye bê diyar kirin. Lê diyare şer muweqet wê bê sekinandin,heta piştî havînê Turizm xelas dibe, paşê diyare Ordîya Sûrî û Rûs wê nava Îdlibê jî ji destê wan derxin. Ji ber ev çend carin weha dibe gav bi gav sehayê li Turka û grûpên Terorîst û ordîya millî Sûrî teng dikin.

P.S. ji xwe ev tev berya hevdîtinê diyar bû û min ev berya çend rojan nivîsî bû.
Ev agahdarî tev min ji protokola navbera Turka û Rûsan ji teksta Rûsî wergirtine a ku wezareta derve a Rûsya belav kirine. Ji ber bawerî bi medya Turkan pir nayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin