Alan Kurdî ji dayîk bû

Alan Kurdî ji dayîk bû

Ebdullah Kurdî piştî ku tevahiya endamên malbata xwe 2 sal berê di Deryaya Egeyê de ji dest dabûn, bi keçeke Kobaniyê re zewicî bû û îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê zarokek ji wan çê bû û navê wî kirin Alan Kurdî.

A+A-

Alan Kurdî ji dayik dibe, ev mala Ebdula Kurdî ye ku sala 2015an, du zarok û hevjîna wî di deryaya Egeyê de xeniqî bûn.

Dîmenên Alan Kurdî li peravên deryayê, li seranserê cîhanê deng vedabû, lewma piştî 5 salan, zarokekî din ji hevjîna wî Fayize re çê dibe û navê zarokê xwe yê xeniqî Alan Kurdî lê dike.

Ebdula Kurdî, bavê Alan Kurdî dibêje, “Hemd ji Xwedê re ku zarokekî da min û min tawîz kir. Ji vî zarokê xwe re ez hêviya jiyana xweş dixwazim, biçe dibistanê, bixwîne, weke her zarokekî bijî, ez vê hêviyê ji bo hemû zarokan dixwazin.”

Berî du salan Ebdula Kurdî, dizewice Fayize ku ew jî xelka Kobanî ye, Fayize dixwaze hevjînê wê êş û derdên xwe ji bîr bike û ew dest bi jiyaneke nû bike.

Fayize, Hevjîna Ebdula Kurdî dibêje, “Ez dixwazim Alan mezin bikim, biçe dibistanê û em jiyaneke xweş derbas bikin.”

Di 2yê Îlona 2015an, Alan Kurdî ligel dayika xwe Rîhanê û birayê xwe Xalib li deryaya Egeyê de xeniqîn, êdî ew bû sembol.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin