Biryar derbarê 3 tohmetbarên bûyera xeniqîna Alan Kurdî de hat dayîn

Biryar derbarê 3 tohmetbarên bûyera xeniqîna Alan Kurdî de hat dayîn

Li Tirkîyê 3 kesên tohmetbar ku bûne sedema xeniqîna Alan Kurdî li deryaya Egeyê, hatin girtin û her yek ji wan bi 125 sal zîndanê hatin cezakirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Edenê 3 kes hatin girtin ku tohmetbar in derbarê bûyera ku tê de Alan Kurdî, zarokê 3 salî yê ji Kobanîyê, canê xwe ji dest dabû û termê wî li peravên deryayê li bajarokê Bodrumê ser bi parêzgeha Muglayê ve hatibû dîtin.

Her yek ji Cebraîl E., Ecewît Bulent G. û Elî Can Ş. ku tohmetbarên binavbûna wê belemê bûn ku 2yê Îlona 2015an de 16 penaberên Sûrî hilgirtibû û Alan Kurdî jî di nav de bi nîyaz bûn bi rêya neyasayî derbasî Yunanê bibin, şeva derbasbûyî ji alîyê tîmên asayişê ve li bajarokê Karakaş li Edenê hatin desteserkirin.

Piştî rêkarên asayişê, ew tohmetbar bo dadgehê hatin şandin û ji alîyê Dadgeha Ceza a Giran a Bodrumê ve bi rêya sîstema deng û reng hatin dadgehkirin û bi tawana ‘kuştina bi qestî’ 5 kes , her yek ji wan bi 125 sal zindanê hatin cezakirin.

Piştî temambûna rêkarên yasayî, tawanbar bo girtîgehê hatin veguhastin.

Di encama binavûna wê belemê de Alan Kurdî jî di nav de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin