Bi dîtina min, em Êzdî nikarin bi serê xwe tenê bibine netewek û dewletên cîhanê jî daxwaza ku, herêmeke Êzdîxana me bibe dewleteke serbixwe  qebûl nakin

Kemal Tolan
Kemal Tolan12 Hezîran 2024

Bi dîtina min, em Êzdî nikarin bi serê xwe tenê bibine netewek û dewletên cîhanê jî daxwaza ku, herêmeke Êzdîxana me bibe dewleteke serbixwe  qebûl nakin

Divê hemû Êzdî van taybetmendiyên netewe yî bûnê bizanibin;

1             Xwîna me yekbû-lê niha tevlîhev buye..             

2             Dîroka me ya hevpar , ji xenî ….. fermanan pêve tineye

3             Yekîtiya baweriya me ya hevpar hebû, lê niha tineye

4             Zimanê me yê hevpar-hebû lê  mixabin niha belakirine.

5             Erdnigariya me Êzdiyan, ya ku tenê Êzdî lêdijîn û sînorên wê diyarin tineye,

6             Nifûsekî me yê ku di herêmekê de aboriya me biserbixwe birêvebibe tineye

7             Serweriyeke me, ya ku me ji bo bûyerên kolektîf bi hawayekî  wekhevî birêvebibe- biparêze û me li ser bingehên olî anjî neteweyetiyê seferber bike tineye.

Û hwd.*

Vêca  ez ne huquqnas û xwediyê terfiya dr., prof., pispor., civaknasî û hwd.ê me û dêjim,  hişên xwe bidine serê xwe, dewlet û pisporên neteweyên li cîhanê ji xeynî hebûna baweriya Êzdiyatiyê pêve, dîrok, çande, ziman û erdnîgariya Êzdiyan qet ji ya neteweya Kurdî cûde û serbixwe hebe nabînin û nasnakin.

Lewma divê em tev bi hev ra bibêjin, welatê cidê me Kurdistan, baweriya me Êzdîtî, dîrok, ziman û neteweya me Kurdiye .

* Nivîskar Kemal Tolan- Nasîna baweriya Tawisî Melek û Êzdiyatiyê-Çarpel Medya :