Xewn

Niyazî Pîro
Niyazî Pîro30 Cotmeh 2016

 

Bo ku te bibînim

her şev xewn dibînım

tu dibî azad û serbixwe

ez bi ala rengîn te dixemilîn im

çi taq û ban dihêlim

çi kela û çiya

alê dikişinim jor

hîn jor…

hîn jor…

hîn jor

heta ku Dinya bibîne

rengê kesk û zer û sor

alê hîn dişînim jor…

hîn dişinim jor…

hîn dişinim jor

êdî dibînim

ez bûme hemwelat

tu bûye xwedî sînor.