Navên 26 berbijêrên serokomarê Iraqê ji parlamentoyê re hat şandin

Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperwerî ragehand, lêkolîn li ser 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine.Îro 3101.2022yê Desteya Bilind a Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperwerî daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: Li gor yasaya hejmara 10 a sala 2008ê lêkolîn li ser…

31 Çile 2022

Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperwerî ragehand, lêkolîn li ser 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine.

Îro 3101.2022yê Desteya Bilind a Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperwerî daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: Li gor yasaya hejmara 10 a sala 2008ê lêkolîn li ser navên berbijêrên serokomarê Iraqê kirine.

Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê got: Lêkolîn li ser navên 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine û navên wan bi fermî ji Parlamentoya Iraqê re hatine şandin.

Biryare roja 07.02.2022yê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina serokomartiya nû ya Iraqê dê bicive û li gor gotinên piraniya çavdêr û siyasetmedarên Kurdistan û Iraqê, berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bibe serokomarê Iraqê.

Navên berbijêran waha ye:

– Hoşyar Zêbarî

– Xalid Sidîq Ebdulezîz

– Rizgar Mihemed Emîn

– Gelawêj Elî Emîn Pîre

– Umêd Palanî

– Rêbwar Ebdulrehman

– Feysel Muhsîn Kîlabî

– Şehab Ehmed Niêmî

– Husên Ehmed Safî.

– Ehmed Muh Rubeyî

– Ehmed Yehya Saidî

– Sebah Salih Seîd

– Kazim Xuzeyr Dawixne

– Luey Ebdulsahib Muhsîn

– Hemze Bersîm Meimurî

– Husên Muhsîn Hesenî

– Ebdulletîf Mihemed Cemal

– Omer Sadiq Ebdelî

– Saîr Xanim Mihemed

– Îqbal Ebdula Fetlawî

– Xedîce Xudabexiş Esed Qlawis

– Cebar Hesen Casim

– Hadî Ebdulhusên Ferîcî

– Reed Xuzeyr Sayil