Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperwerî ragehand, lêkolîn li ser 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine.
Îro 3101.2022yê Desteya Bilind a Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperwerî daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: Li gor yasaya hejmara 10 a sala 2008ê lêkolîn li ser navên berbijêrên serokomarê Iraqê kirine.
Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê got: Lêkolîn li ser navên 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine û navên wan bi fermî ji Parlamentoya Iraqê re hatine şandin.
Biryare roja 07.02.2022yê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina serokomartiya nû ya Iraqê dê bicive û li gor gotinên piraniya çavdêr û siyasetmedarên Kurdistan û Iraqê, berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bibe serokomarê Iraqê.
Navên berbijêran waha ye:
– Hoşyar Zêbarî
– Xalid Sidîq Ebdulezîz
– Rizgar Mihemed Emîn
– Gelawêj Elî Emîn Pîre
– Umêd Palanî
– Rêbwar Ebdulrehman
– Feysel Muhsîn Kîlabî
– Şehab Ehmed Niêmî
– Husên Ehmed Safî.
– Ehmed Muh Rubeyî
– Ehmed Yehya Saidî
– Sebah Salih Seîd
– Kazim Xuzeyr Dawixne
– Luey Ebdulsahib Muhsîn
– Hemze Bersîm Meimurî
– Husên Muhsîn Hesenî
– Ebdulletîf Mihemed Cemal
– Omer Sadiq Ebdelî
– Saîr Xanim Mihemed
– Îqbal Ebdula Fetlawî
– Xedîce Xudabexiş Esed Qlawis
– Cebar Hesen Casim
– Hadî Ebdulhusên Ferîcî
– Reed Xuzeyr Sayil

