HSDê hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand, di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine û girtîgeh bi temamî xistine kontrolê. HSD’ê anî ziman ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin:
– Roja 20 vê mehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin.
– Ji Serê Kaniyê, Girê Sipî û Iraqê derdora 200 çeteyên xwekuj tev li êrîşê bûne.
– Çeteyên di girtîgehê de êrîşê karmendên girtîgehê yên wekî tendirustî, xwarinpêj û ewlekariyê kirin û hewldana revê kirin, çarenivîsa van karmendan hîn ne zelal e.
– Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.
– Di şerê van 3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrîşkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên HSDê re ketin pevçûnê hatine kuştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.
– Di şerê 3 rojan de 27 şervan şehîd bûne.
– Niha rewş ketiye bin kontrola HSD’ê û dest bi operasyoneke berfireh ya paqijiyê hatiye kirin.
– HSDê ji bo kontrolkirina rewşa li Hesekê, ji gelek cihan ve hêzeke mezin şandiye bajêr û derdora zindana Sinaa û taxa Giwêranê bi temamî dorpêç kiriye.
– Helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê li nav zindanê bombebaran kirin.
K24

