HSD: Di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine

HSDê hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin.HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand, di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine û girtîgeh bi temamî xistine kontrolê.…

24 Çile 2022

HSDê hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin.

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand, di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine û girtîgeh bi temamî xistine kontrolê. HSD’ê anî ziman ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin:

– Roja 20 vê mehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. 

– Ji Serê Kaniyê, Girê Sipî û Iraqê derdora 200 çeteyên xwekuj tev li êrîşê bûne.

– Çeteyên di girtîgehê de êrîşê karmendên girtîgehê yên wekî tendirustî, xwarinpêj û ewlekariyê kirin û hewldana revê kirin, çarenivîsa van karmendan hîn ne zelal e.

– Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.

– Di şerê van 3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrîşkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên HSDê re ketin pevçûnê hatine kuştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.

– Di şerê 3 rojan de 27 şervan şehîd bûne.

– Niha rewş ketiye bin kontrola HSD’ê û dest bi operasyoneke berfireh ya paqijiyê hatiye kirin.

– HSDê ji bo kontrolkirina rewşa li Hesekê, ji gelek cihan ve hêzeke mezin şandiye bajêr û derdora zindana Sinaa û taxa Giwêranê bi temamî dorpêç kiriye.

– Helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê li nav zindanê bombebaran kirin.

K24