
P A R T Î Y A K U R D I S T A N Î
DAXUYANÎ
Derheqê Biryarên Bexdayê û Krîza PDK û YNKê da
26ê çirîya paşîn 2026
Bo Kurdistanîyên Ezîz,
Başûrê Kurdistanê ji salên Birakujîyê vir va ketiye nav xetera herî mezin. PDKê di 4ê vê mehê da civînek li parlamentoyê çêkir. YNKê û partîyên din ên mixalefetê ew civîn boykot kirin. PDKê di wê civînê da Desteya Serokatîya Parlamentoyê ya nû hilbijart û krîz mezintir bû. Roja din YNK ji hikûmetê vekişîya. YNKê ragihand ku ew ê li hember her tayînekê li Hewlêrê, li Silêmanîyê bersivê bidin. Bi vê yekê gefa parçekirina îdareya Kurdistanê xwar. Paşê YNKê mesele bir Dadgeha Federal a Bilind a Îraqê.
Hikûmeta Bexdayê ev parçebûn demildest bi kar anî. Serokwezîrê Îraqê Elî ez-Zeydî di 24ê çirîya paşîn a 2026an da fermanek da. Li gorî fermanê, wê derîyên sînoran ên Herêma Kurdistanê radestî hikûmeta federal bibin û Kurdistan êdî nikare petrola xwe bi serê xwe bifiroşe. Qadên petrolê yên li herêmên nakok jî wê bikevin destê Bexdayê. Roja din Dadgeha Federal, bi deverên ku heta 19ê adara 2003an di destê kurdan da bûn desthilata Herêma Kurdistanê sînordar kir. Kurd çiqas nakokîyên xwe dibin Bexdayê, Bexda jî ewqas di xwe da dibîne ku li ser pêşeroja Kurdistanê hikumranîyê bike.
Ev tablo encama krîza di navbera PDK û YNKê da ye. Hilbijartin piştî texîrkirina du salan di 2024an da hatin çêkirin. Ji wê rojê vir va hikûmet nehatiye avakirin û çar sal in rewşa Kurdistanê ev e. YNKê sazî xetimandin û parçekirina hikûmeta Kurdistanê kir çeka bazarê. PDK jî li şûna lihevkirineka berfireh, gavên bi serê xwe diavêje û hikumranîya miletê Kurdistanê wek malê xwe yê şexsî dibîne.
Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê li ser esasê yek parlamento û yek hikûmetê ye. Miletê me ev statu bi têkoşîna sed salan û bi xwîna deh hezaran şehîdan bi dest xistiye. Îro ev statu ji bo kursîyên du partîyan tê fedakirin. PAKURD her gaveka ku Kurdistanê bi fiilî yan bi hiqûqî bike du parçe, wek sûcekî giran ê li dijî miletê me dibîne.
Birakujîya 1994-1998an bi destê birayan canê bi hezaran kurdan girt. Heta sala 2006an jî Kurdistan kir du parçe. Partî li dijî hev muhtacî Bexdayê û dewletên dagirker man. Îro serokatîyên her du partîyan hem şahid hem jî mesûlên wan demên xirab in. Tê zanîn ku PDK nêzîkî Enqereyê ye, YNK jî nêzîkî Tehranê ye. Parçebûneka nû ya di navbera kurdan da wê bandora van her du paytextan û ya Bexdayê li ser Kurdistanê mayînde bike.
PDK û YNKê di 24ê çirîya paşîn da daxuyanîyeka hevbeş dan. Wan binpêkirina mafên Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve wek xeta sor ragihand. Ev gaveka baş e, lê ne bes e. Du partîyên ku li hember Bexdayê dikarin tev bipeyivin, divê karibin li Hewlêrê jî hikûmeteka hevbeş ava bikin. Heyetên her du partîyan di 21ê çirîya paşîn da li Hewlêrê civîyabûn, lê jê tu encam derneket. Wezîfeya Birêz Mesûd Barzanî ew e ku bi şîretan nemîne. Divê ew rasterast giranîya xwe deyne ser vê meseleyê. Divê krîzê bi çavekî bêalî û bi nihêrîneka milî çareser bike. Herî zêde îro em benda wî ne.
PARTÎYA KURDISTANÎ (PAKURD) · pakurd.org 1 / 2
Li Rojava xweserîya kurdan têk çû. Li Bakur siyaseta kurdan tê tasfîyekirin. Li Rojhilat jî siyaseta kurdan nikare rola xwe bilîze. Di demeka wiha da, têkçûneka li Başûrê Kurdistanê wê zirareka giran bide hemû parçeyan û pêşeroja me kurdan. Kî li hember vê parçebûnê nesekine û mesûlîyetê nede ser milê xwe, dîroka Kurdistanê wê wan efû neke.
Ji ber vê yekê em ji serokatîyên PDK û YNKê demildest van tiştan dixwazin:
- Bila YNK dev ji gefa îdareya paralel û hikûmeta Silêmanîyê berde. Bila wezîrên YNKê vegerin ser karên xwe yên li Hewlêrê.
- Bila PDK gavên nû yên bi serê xwe rawestîne. Ev gav krîzê mezintir dikin.
- Bila her du partî û partîyên din jî werin ser maseyê. Heta lihevkirineka zelal çênebe, bila danûstandin bidomin.
- Bila partîyên kurdan nakokîyên xwe nebin ber derîyê Bexdayê û bila Tehran û Enqereyê nekin nav vî karî.
- Divê kabîneya nû li gorî encamên hilbijartinê were avakirin. Eger lihevkirin çênebe, divê demildest hilbijartin werin nûkirin. Bila biryar bi destê miletê me were dayîn.
- Fermandarîya yekgirtî ya Pêşmergeyan berê hatibû ragihandin. Divê ew ji şerê partîyan dûr bimîne. Pêşmerge ne yên partîyan in. Ew hêz, hêza parastina hemû Kurdistanê ye.
- Divê danûstandinên bi Bexdayê ra, ên li ser derîyên sînoran, petrol û budceyê bi heyeta hevbeş werin kirin. Çimkî Bexda hêza xwe ji parçebûna kurdan digire. Vê fersendê nedin Bexdayê.
- Sînorên Kurdistanê nabe bi çîroka 19ê adara 2003an ve paşve werin kişandin. Ger Bexda dixwaze gavekê biavêje, divê berê madeya 140î ya destûra Îraqê bi temamî bîne cih.
Kurdistan ne Îraq e. Lê Kurdistan ne malê tu partîyan, tu malbatan û tu bajaran e jî. Yekîtîya erdê Kurdistanê û yekîtîya kurdan a siyasî nayên bazarkirin.

PAKURD – Dîwan
26ê çirîya paşîn 2026


