Piştgirîya HEVBENDÎ û vê hişmendîya neteweyî!
Di 07-11-2026an de di komcivîna Amadê de Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) hate damezrandin û di 09-11-2026 de dîsa li Amedê bi konferansek çapemenîyê hate îlankirin. Damezrandina HEVBENDÎyê li çar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê dengvedanek mezin da û ji alîyê welatparêzên kurdistanîyan ve bi kêfxweşî û bi kelecanek mezin hate pêşewazîkirin.
Ev yek xof û tirsek mezin xiste dilê nîjadperest û karbidestên dewleta tirkan. Karbidestên Dewleta Tirkiyeyê, nijadperest, şovenîstên û hevkarên wan bi awakî eşkere dest bi fort û tehdîdan kirin. Umît Ozdagê nîjadperest, faşîst û serkufikî bi awakî eşkere îlan kir ku “tiştê Mustefa Kemal anîyê serê Şêx Seîd û Seyid Riza, em ê eynê tiştî bînin serê we” û HEVBENDÎ û berpirsiyarên wê weke dijminên dewletê yên herî xeter dest nîşan kir.
Di encamê de, karbidestên dewletê bi berganga sibê ya17ê mijdarê de bi operasyenek hovane girtin ser mal û cihên 15 rêvebirên HEVBENDÎyê û 14 kes ji wan desteser kirin. Ji bo ku di vê demê de Serokê Giştê Mustafa Ozçelîk li Başûrê Kurdistanê bû ew nehate desteserkirin.
Partîyên siyasî, komele û dezgehên sivîl û welataparêzên kurdan li her alîyên Kurdistanê û diyasporayê bi tundî ev operasyona nîjadperest û nemirovî şermezar kirin û pêl bi pêl dest bi kampanyayên cihê reng kirin.
Baroyên 13 bajarên Kurdistanê, Komeleya Mafê Mirovan û ji her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîye û dîasporayê gelek partî û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar, rewşenbîrên û welatparêzên kurdan piştigrîya endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên desteserkirî kirin. Herweha, ragehandina kurdî bi berdewamî nûçeyên di derbarê endamên HEVBENDÎyê yên desteserkirî û agahdarîyên li ser HEVBENDÎyê belav kirin.
Li hemberî vê bertek, nerazîbûn û helwestê; dozgerên dewletê bi zanebûn di şeva 18ê mijdarê de dest bi îfadeyên van hevalan kirin da ku xelkê me nebîhizin û li ber mahkemeyê necivin. Teva vê yekê jî hejmarak baş ji nûnerên partî, komele û dezgahan û gelek kesayetên siyasî, rewşenbîr û welatparêz li pêşîya Mahkemeya Amedê civîyan. Piştî girtina îfadeyan ku gelek hevalan bi rêya tercûmanan îfadeyên xwe bi kurdî dan, ew hatin berdan.
Ez li ser navê PWK Meclîsa Ewropayê spasdarîyek mezin ji hemû partîyên siyasî, dezgeh, komele, avahî û medyaya kurdî ya her çar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê dikim. Herha em spasîyek germ ji parêzerên xwe yên rêzdar dikin ku ji roja ewil heta roja ku hevalên me hatin berdan, li Emnîyetê, Serdoozgerîyê û Mehkemeyê bi dilsozî xwedî li vê doza rewa û pîroz derketin.
Bila dost û dijmin bizanibin ku ti zilm, zordarî, girtin û çavsorî dê nikaribe xebat û têkoşîna ji bo doza miletê Kurd û Kurdistanê rawestîne!
Em bi hev re xurt in!
Bijî doza neteweyî ya miletê Kurd û Kurdistanê!
Bijî Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê HEVBENDÎ!
Baran Boskan Merd
Serokê Meclîsa Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK-Eropa)


