HIŞYARÎYA MEMÊ Û TACDÎN

Siddik Bozarslan
Siddik Bozarslan24 Mijdar 2026
HIŞYARÎYA MEMÊ Û TACDÎN
JI BÊHIŞÎ Û SERXWEŞÎYA MEYA EVÎNÊ
AGAHÎ Û HAYDARÎYA WAN
JI SEMED Û WESÎTEYA EVÎNÊ
Ew her du teyrên çavgirêdayî, ew her du şahîn
Ew her du bazên baskşewitî, Memo û Tacdîn
Xweş çûbûn nêçîra kewan û qazan
Lê ji nîşka ve li ser wan, wek bazan
torek fetilî ji cîyê nedîtî ve li wan
êdî qet nema çu haya wan ji wan
Heta ku hefteya Birca Berxê dom dikir
ew zêde dînik û kûvî bûn, bi hev ra nedibûn hogir
Ew hefte ku bi ser wan ra derbas bû û çû
ew dîlên evînê bi hev ra bûn hogir, çavê wan vebû
Rabûn her du rojek, digel hev
bala xwe dan reng û rûyên hev
Evînê ew wisa guhartibûn ji wê rojê pê ve
wan hev nas nekir ji despêkê ve
Her duyan ji hev xerîbî kir, berê
Paşê hêdî hêdî ku nêzîkayî ket navberê
Xwe zengilkirî û linggirêdayî dîtin, dema hişyar bûn
jibo wan firîn zor bû, tewr bêmikûn (ne mimkun)
rûpoşeka tarîtîyê bi serê wan da
perdeyeka hogirîyê jî bi sîng û berê wan da
wek çavên yaran mest, wek serxweşan
çavtarî, mest û bêhêz, wek nexweşan
dilên her duyan jî wek devên yaran teng
Ji damara dilên xwe nalîyan, wek saza çeng
Gotin: ”Gelo li kêderê me girt ev nexweşîya dijwar?
Yan em di kîjan şer da weha bûne birîndar?
Yan na, em çima weha nikarin
birîndar û qels, lawaz û dilfikar in?” (dilbitirs)
Bi wî awayî wan dikir lêgerîn
û li pey çawayîya rewşa xwe digerin
Hingê bala xwe da destê birayê xwe, Tacdîn
dît ku cewherek tê da diîse (dibiriqe), wek çirayeka rengîn
Yaqûtek ku wek dendika hinarek dike dîyarî
ronayî dide, wek mêledeyeka (meşale) jibo şeva tarî
Wek findek diîsîya ew cewhera rengîn
Hekkak li ser wê nivîsîbû navê ”Zîn”
Destê xwe dirêj kir´ê (dirêj kir wê) ku bîne
da qenc lê binêre û qenc wê bibîne
Memê jî bala xwe da destê Tacdîn
dît ku elmaseka wisa tê da ye, bêbuha û texmîn
û hostayekî pispor bi nivîsîneka taybetî
li ser wê nivîsîye navê ”Sitî”
Eger bibûya serrafê cewherfiroş, Buqrat (Hekîmekî Yunanî)
û texmîn bikira bi wezn û qirat (wezneka gelek biçûk e)
Û bazar bikira jibo Eflatûn (zanyar û bîrewerekî Yunanî yê navdar)
temamê xezîneyên Qarûn (Cuhudekî dewra Mûsa Pêxember bûye)
Heştyeka buhayê wan gustîlên têrbuha û hêja
dernedixistin, bi pisporîya dûn serê wan, Sitîyrbînên serwext û şareza
Ecêb man, û her du jî heyirîn
Wisa man, gelek gelek fikirîn
Êdî wan her duyan, xwedîyên gustîlan zanîn
û zanîn ku çi anî serê wan, Sitîyê û Zînê anîn
Roja ku bûye rojveger û hatîye cejn (mexsed Newroz e)
ew jî gerîyane cilguhartî, guhartî nîşan dane bejn
Çawa xemilîne ev, keçanî
ew jî gerîyane cilkuranî
Ew bûn ku me got di Newrozê da, wê rojê
dinya ronî kiribûn, eyn wek Hîvê û Rojê
Ew her du bûn, ên ku wê rojê dest vemiştin
Ew her du bûn, ên ku wê rojê xelk dikuştin
Ew bûn, ku di bajêr da bûbûn celatên serbirr
Ew bûn ku, xelkê ji destê wan gazî û hewar dikir
Ew bûn, ku vana bi dil evandin
Ew bûn, li vana ceger kewandin
Wan her du birayan bi aqil û texmîn
bê guman êdî qatilên xwe zanîn
Tacdîn, li nik wî hebû piçek fam û têgîhîştin
Ji alîyê evînê ve kêmayîyek tê da hatibû hîştin
Got: ”Rabe bira, ji nav nivînan
Bes ah bike ji ber birînan
Em şêr in, û ew bi xwe du xezal in
pirr neng e ku em ji destên wan binalin”
Memê, pehtîyê evînê bû bi tevayî
Got: ”Bira, tê zanîn ku tu xav î, hêj negîhayî
Tu nebêjî qey laşekî min ê sax û yeker heye
Ji serî heta lingan laşê min parçe parçe ye
Ev laşê min bi carek bûye xêz xêz
Ew xêz hemî bûne nuqte nuqteyên li pey hev rêz
Eşq û evînê wisa te´sîr kir bi vî awayî
bi dirêjî û bi fireyî û bi kûrayî
Yek nuqteyek nema ji derdan vala û xalî
Hêj tu ji min ra dibêjî tu çima dinalî?
Dil bûye şûn jibo evîna têketî ya cîgir
û ew evîn ketîye vê şûna vala, ew ji xwe ra kirîye hêwir
Ne ecêb û xerîb e ku ez qebûl bikim hulûlê (têketin e)
û bêjim ev, ji min ra maye ji awayê heyûlê (maddeya pêşîn a Gerdûnê ye)
Evîna wek şahê şahan, bê xerez hat
Cewher (dilê Memê) veşirî, dema ku erez (evîna Zînê) hat
Ev rewş û şûn û laş û dilê wek cewher
evînê ji xwe ra bindest û stûxwar kirin sera-ser
Can û ceger û dil û hinavan
dest û ser û pê û pişt û çavan
Wellahî ji yekê ra jî ji wan nemaye rahet
bîllahî di yekê da jî ji wan nemaye taqet
Bizdandine pêwendîyên xwe ji min, ez neşêm li wan bikim kar
Hemî pêkve dibêjin ´em evîndar in evîndar´
Napirsî li halê min tu, hey zalim
Hêj tu dibêjî û ji min dixwazî ku ez nenalim”
Bi vî awayî ku wî got rewşa xwe ya dil´êşîn
êdî qet gotinek nema jibo Tacdîn
Ew man li wir, digel van birînan
Em peyva xwe bînin ser Sitî û Zînan” (1)