Nezir Akat
Avakirina Hevbendîyê destpêka pêvajoyek nû di sosyolojîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê de ye.
Hevbendî pêngavek ji bo domdarîya neteweyî
Min berê di çend maqaleyan de Domdarîya Neteweyî, wek bingehê têgihiştin û girêdana pêşeroj û paşeroja neteweyî bi hev re nirxandibû. Avakirina siberoja neteweyî jî bi avakirina serwerîya neteweyî ve şîrove kiribû. Min di maqaleyên xwe yên berê de pêdivîyên Domdarîya Neteweyî bi awayekî berfireh anîbû zimên. Ez dê di vê maqaleyê de, avakirina Hevbendîyê di şert û mercên siyasî yên heyî yên Bakurê Kurdistanê de, bi perspektiva Domdarîya Neteweyî ve, wek pêngavek bingehîn şîrove bikim.
Domdarîya neteweyî ne tenê parastina nasnameya çandî, ziman û bîranîna dîrokî ye; ew di heman demê de îradeyek siyasî ya kolektîf, rêxistin, hevkarî û mekanîzmayên ku netewe bikaribe hebûna xwe ya siyasî û civakî ji nifşekê bigihîne nifşekî din û bingehê serwerîya neteweyî ava bike.
Di rewşa parçebûna siyasî, cudahiyên îdeolojîk û lawazîya zemîna hevbeşîya neteweyî, sîyasî û rêkxistinî de, avakirina Hevbendîyê, divê wek pêngavek ji nu ve vakirina têkiliyên siyasî yên neteweyî were nirxandin. Girîngîya vê pêngavê, îradeya neteweyî ji nav sînorên rêxistinan û partîyan derdixe û berjewendiyên neteweyî dixe navenda nîqaşa tevgerên siyasî û civaka sivîl.
Hevbendî, di sosyolojîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê de pêvajoyek nûjen e.
Avakirina Hevbendî nîşana destpêka pêvajoyek nû di sosyolojîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê de ye. Ev pêvajo dikare di çarçoveya guherîna têkiliyên siyasî, ji nu ve avakirina zemîna hevkarî û geşkirina û hunandina hişmendîya şiûra neteweyî de, bê şîrovekirin.
Hevbendî di Sosyolojîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê de dikare nîşana guherînekê be. Hevgirtina hêz û kesayetiyên siyasî li ser bingehên mafên neteweyî û berjewendiyên hevpar, bi rêkxistin dike û zemînek ji bo pêşxistina îradeya neteweyî ava dike. Ji ber vê yekê, Hevbendî dikare ji aliyê sosyolojîya siyasî ve wek pêvajoyek nû were dîtin; pêvajoyek ku armanca wê ne tenê hevkarî di navbera hêzên siyasî de, lê ji nu ve avakirina zemîna siyasî ya neteweyî be.
Hevbendî di pêvajoya entegrasyonê ya dewleta Tirk û PKKê ye de derzek berbiçav e
Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera dewleta Tirk û PKKê de, ji aliyê Hevbendîyê ve, ne tenê wek pêvajoyek çareserkirina şerê çekdarî, lê herweha wek pêvajoyek siyasî ya ku neteweya Kurd ji xwebûna xwe bidûrxistinê ve dinirxîne. Hevbendî bi helwesta xwe ya hevpar ya neteweyî, wek derzek berbiçav di pêvajoya entegrasyonê de tê şîrovekirin. Pozîsyona wê ya ku bingehê hevparîya îradeya sîyasî ya neteweyî, rêkxistinbûna wê ya di bingeha demokratîk ya rêzgirtina biryarên herêmî de ku ji fêrbûna kevnare bidûrketî ne dikare têgihiştina sîyasî ya kevnare ya navendîbûna mutlaq biguherîne. Hevbendî dikare derveyî çarçoveya entegrasyonê, zemînek siyasî ya hişmendîya têgihîştina statû, mafên kolektîf û îrade û domdarîya neteweyî pêş bixe.
Hevbendî berbanga pêvajoya avakirina sîwana neteweyî li Bakurê Kurdistanê ye
Avakirina sîwana neteweyî ji bo Bakurê Kurdistanê ne tenê hewcedariyek siyasî ya demê ye, lê rewşa amadekirina îradeya neteweyî û avakirina zemînek hevpar a siyasî û civakî ye.
Di vê rewşa perçebûna siyasî, tunebûna mekanîzmayên hevpar de ku astengiyên mezin li pêşiya pêşketina siyaseta neteweyî ava kirine,Hevbendî, bi perspektîfa xwe, berbanga pêvajoyek avakirina sîwana neteweyî radestî neteweya Kurd dike. Lê ev pêvajo hewceyî berfirehbûna zemîna hevkariya neteweyî, vekirina deriyên nû ji bo aliyên civakî û siyasî û pêşxistina prensîbên hevpar e. Sîwana neteweyî, divê ne wek hevkarîya tevger û kesayetên sîyasji bê nirxandin. Sîwana Neteweyî divê tevaya cudahîyên civata Kurdistanê di nav xwe de bihûne. Lewra sîwana neteweyî divê îradeya neteweyî îfade bike.
Meclîsa Hevbendîyê, Pêngava destpêkê ya avakirina Meclîsa Kurdistanê ye
Meclîsa Hevbendîyê dikare di perspektîfa avakirina Meclîsa Kurdistanê de wek pêngavek destpêkê û tecrûbeyek siyasî ya girîng were nirxandin. Fikra meclîsê ji wê hewcedariyê derdikeve ku îradeya neteweyî ne tenê di nav rêxistin û partiyên siyasî de, lê di mekanîzmayek temsîlkar, hevpar û berpirsyar de jî divê xwe îfade bike. Gelek kesayet û tevger avakirina meclîsê ji ber çavan direvînin û hevbendîyê wek partîyek sîyasî dinirxînin. Loma jî dixwazin di her cûre pirsgirêkan de hêzên pêkhateyên Hevbendîyê, wekî heman helwestê bin. Divê meclîs cîyê çareserîya pirsgirêka neteweyî be. Her cûre nerîn dikarin di nava meclîsê de bê minaqeşekirin. Ew êdî meclîsa neteweyekî ye ne ya partîyekê ye. Divê nerînên cuda xwezayî bin. Di meclîsê de nerînên cuda wek eyba meclîsê şîrovekirin, ji têgihîştina wateya meclîsê bidûrketîye.
Meclîs, di têgihîştina siyasî ya neteweyî de, divê bibe cihê nîqaşa mafên neteweyî, temsîla aliyên siyasî û civakî, misogerkirina prensîbên hevpar û biryardana li ser hîmên demokratîk ku siberoja neteweyî diyar dikin. Ev têgihîştin divê li ser hîmên mekanîzma ku cudahiyên siyasî di çarçoveya berpirsiyariyek neteweyî de birêve dihûne, ne mekanîzmaya ji holê rakirina wan cudahiyan be. Meclîsa Hevbendîyê, bi van prensîban dikare wek pêngava destpêkê ya avakirina Meclîsa Kurdistanê were dîtin. Derfetên ku ew dikare ji bo domdarîya neteweyî, avakirina sîwana neteweyî û pêşxistina mekanîzmayên temsîla siyasî yên neteweyî veke bikar bên. Ji ittîfaqa siyasî ber bi avakirina sîwan û saziyên neteweyî ve, meclîs dikare bibe xelekek girîng di pêvajoya avakirina îradeya neteweyî de. Lê pêwîste meclîs tê çi wateyê bi awayekî zelal bê şîrovekirin.


